Komên çekdar ji Idlibê berê xwe didin Ukraynayê

15-01-2023
Hisên Omer
Komên çekdar ji Idlibê berê xwe didin Ukraynayê
Komên çekdar ji Idlibê berê xwe didin Ukraynayê
Nîşan Komên Çekdar Sûriye Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Rojavayê Sûriyê pêleke derketina cîhadiyên biyanî destpê kiriye. Pisporê karûbarên grûpên cîhadî Hûmam Îsa li parêzgeha Idlibê ji Tora medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku grûpeke çekdarên Albanî ji Idlibê ber bi Ukrayna ve çûn piştî ku ji grûpa Ebû Qûtade el-Elbanî cuda bûn, bi armanca ku li gel hêzên Ukayna şerê hêzên Rûsyayê bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê zanyariyên hûr derbarê wan grûpên biyanî û hejmara çekdarên wan de bidest xistine.

Ebdulhekîm Çîçanî, mîrê grûpa Ecnad el-Qoqaz e, li Ukraynayê şerê hêzên Rûsyayê dike. Çîçanî ji bakurê rojavayê Sûriyê çûye Ukraynayê.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji navçeyê bidest xistine, grûpên cîhadî yên biyanî yên sereke li wê navçeyê ev in:

Cinûd el-Şam: Çekdarên Çîçanî ne, bi fermandariya Mislim Çîçanî bûne, hejmara wan nêzî 300 çekdarî ye

Cinûd el-Qewqaz: Bi fermandaeariya Ebdulhekîm el-Çîçanî bûye, li  bakurê parêzgeha Laziqiyê çalak bûne, hejmara wan nêzî 200 çekdarî ye

Ensar el-Îslam: Kurdên Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne, hejmara wan nêzî 400 çekdarî ye

Ketîbeya Albaniyan: 2013`an hatiye damezirandin, bi fermandariya Ebû Qutade el-Elbanî bûye, hejmara wan nêzî 150 çekdarî ye.

Ji parêzgeha Idlibê, Hûmam Îsa, pisporê karûbarên grûpên cîhadî li Sûriyê ji Tora medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku pêleke derketina cîhadiyên biyanî li Sûriyê destpê kiriye û behsa rola Desteya Tehrîr el-Şam di vê derbarê de kir.

Pisporê karûbarên grûpên cîhadî Hûmam Îsa dibêje "Grûpeke çekdarên Albanî ji Idlibê berû Ukrayna çûn piştî ku ji grûpa Ebû Qûtade el-Elbanî cuda bûn, bi armanca ku li gel hêzên Ukayna şerê hêzên Rûsyayê bikin, Desteya Tehrîr el-Şam çekdarên biyanî li bakurê Sûriyê han dide ku biçin derveyî Sûriyê, bi taybet jî ew ên ku tohmeta tundrewiyê li ser wan heye. Çekdarên Çîçanî û cund el-Qoqaz ku ezmûneka wan di şerê hêzên rejîmê û hêzên Rûsyayê li gundewarê Laziqiyê û Hemayê heye, vê dawiyê ji bakurê rojavayê Sûriyê gihiştine Ukraynayê."

Îsa got jî Desteya Tehrîr el-Şam dixwaze xwe wekû aliyekî Sûrî miyanrew nîşan bide.

Hûmam Îsa diyar kir "Dosyeya çekdarên biyanî yek ji aloztirîn dosyeyan e li Idlibê. Desteya Tehrîr el-Şam ev dosye li destê xwe girtiye û dixwaze xwe wekû yek ji aliyên Sûrî yên miyanrew nîşan bide."

Grûpên çekdarên biyanî bi şêweyekî sereke li navçeyên li jêr destê Tehrîr el-Şam de çalak bûn. Hin çavdêr derketina wan ji Sûriyê wekû beşekê ji prosesa nêzîkbûna Sûriyê û Tirkiyê dihejmêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst