Kompanya Firatê ya elektrîkê bi hinceta deynan elektrîka Şaredariya Dêrsimê birrî

14-12-2022
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Dêrsimê Birrîna Elektrîkê Fatih Mehmet Maçoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Elektrîka avahiya Şaredariya Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê û Rêveberiya Park û Baxçeyan a wî bajarî, bi hinceta deynê bi qasî 14 milyon lîreyê Tirkî ku nehatiye dayîn, ji aliyê Kompanya Firatê hat birrîn. Piştî vî yekê tîmên girêdayî Şaredariya Dêrsimê jî bi armanca birrîna ava Kompanya Firatê ya elektrîkê li pêşiya avahiya wê kompanyayê dest bi karê kolandinê kirin.

Herwiha piştî birîna elektrîkê Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu civîneke awarte ligel rêveberiyên şaredariyê saz kiriye û ji bo kar û barên şaredariyê ranewestin jenerator hatine pêxistin. Piştî vê yekê tîmên girêdayî şaredariyê jî li pêşiya Kompanya Firatê dest bi karê kolandinê kirine û ava saziyê birrîne. Tîmên girêdayî kompanyayê jî bo astengkirina vê yekê pêşiya saziya xwe bi kamyonetekê girtine. Ligel vê aloziyê tîmên girêdayî her du aliyan dest bi hevdîtinan kirine û Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu derbarê bûyerê de civîneke rojnamevaniyê saz kiriye.

Maçoglu dibêje beriya niha jî wan ji kompanyayê re diyarkirine ku derfeta wan nîne niha deynê heyî bidin lê ligel vê yekê ji bi birîna elektrîkê dixwazin xizmetên şaredariyê asteng bikin.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu got “Deynê me gehiştiye heta 12-13 milyon lîreyan û ji bo 400  hezar deynê îdare û xizmetê birîna elektrîka avahiya şaredariyê tê wateya hilweşandina navenda hemû xizmetan û astengkirina xizmetên şaredariyê bo xelkê. Tê wateya zerar dayîna raya giştî. Banga me bo xelkê ye û bo wan kesên ku em rûbirûyî zehmetiyan hiştine. Hun dê di wîjdanê xelkê de bên darizandin. Ligel ku me niha deynê çend avahiyan daye jî elektrîka me nehatiye girêdan û ji bo wê me serlêdana Serdozgeriya Komarê kiriye. Me deynê çend beşan daye lê elektrîk nehatiye girêdan. Diyar e ev pirsgirêk ne ji ber deynan e, ji jor de hinek kes hene ku dixwazin xizmeta me ya şaredariyê asteng  bikin. Faturayên TEDAŞê gelekî zêde tên û em nikarin pereyê wan bidin, ew dahata me nîne, ma qey emê çawa bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst