Li Hewlêrê serlêdana xwendekarên Rojavayê Kurdistanê bo zanîgehan destpê kir

15-10-2020
RÛDAW
Xwendekarên koçber li Hewlêrê dest bi tijekirina formên zanîngehê kirin
Xwendekarên koçber li Hewlêrê dest bi tijekirina formên zanîngehê kirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê dest bi tijekirina formên xwe kirin ji bo ku li zanîngehan bêne qebulkirin.

Xwendarên koçberên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê bi alîkariya Yekîtiya Xwendekar û Ciwanê Kurdistan-Sûriyê, formên tyabet bi wergirtina li zanîngehan tije dikin. Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Kurdistan-Sûriyê, di tijekirina forman de, bî beramber alîkariya xwendekaran dike.

Serokê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanê Kurdistan-Sûriyê Ehmed Mihemed Emîn dibêje: “Em wek xwebexş di tejîkirina forman de dibin alîkar. Nêzîkî 50 rêzên dagirtine hene û hemû bi soranî ne. Em jî ji wan re asankariyê dikin.”

Tijekirina formên zanîngeha ji aliyê ofîsa yekîtiya xwendekaran asankariyeke baş ji wan re çê kiriye, gelek xwendekar jî ji kampên Rojavayê Kurdistanê yên derdora Hewlêrê hatine.

Xwendekara ji Dêrikê Novîn jî got: “Ez ji bo tejîkirina forma zankoline hatime vê derê. Em spasiya wan dikin ku ji me re dibin alîkar. Hêvî dikim em li zanîngeheke baş bêne qebûlkirin.”

Rojane 70-80 xwendekar berê xwe didin ofîsa yekîtiya xwendekaran ku bi numreyên cur bi cur, navên xwe ji bo 5 kolej û beşan tomar dikin û bi rêya online jî wê li bendê bin, li çi kolej û beşekî bêne qebulkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst