Li Pîranşarê otomobîlekê qeza kir: Kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Pîranşar Şino Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Pîranşar-Şinoyê ya parêzgeha Urmiyeyê otomobîlek wergeriya, kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Êvara Înê li ser rêya Pîranşar û Şinoyê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama qezaya otomobîlekê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Giştî yê Xaça Sor a parêzgehê Hemîd Mehbûbî got:

“Wesayît ji kontrolê derketiye û wergeriyaye.

Tîmên polîsên trafîkê li ser sedema qezayê lêkolînê dikin.”

Hemîd Mehbûbî destnîşan kir ku ji bilî kesê ku canê xwe ji dest daye, 4 rêwiyên din jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku tîman birîndar birine nexweşxaneyê.

Her sal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi sedema “xirabbûna rêyan”, “pabendnebûna şofêran” bi hezaran kes di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest didin û bi hezaran kes jî birîndar dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst