Li Kirmaşanê di 2 bûyerên trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da

14-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê di du bûyerên trafîkê de, 4 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Hawarçûn û Rûbirûbûna Krîzan a Kirmaşanê Mesûd Qelasifîdî li ser qezayan daxuyaniyek da.

Mesûd Qelasifîdî diyar kir ku bûyera yekem li ser rêya sereke ya Ciwanro-Selasa Bawecaniyê di navbera du barhilgiran û otomobîleke taybet de çêbûye.

Bûyerê ji ber leza zêde ya otomobîlan rû daye, agir bi otomobîlan ketiye.

Mesûd Qelasifîdî destnîşan kir ku di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

Di bûyereke din a li ser rêya gundê Merzeleyê ya navçeya Sunqurê de jî du otomobîl li hev qelibîn.

Bi gotina Mesûd Qelasifîdî, di wê bûyerê de jî 2 kesan canê xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne.

Birîndarên her du bûyeran jî rakirine nexweşxaneyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst