Kazim Ateşê ku 33 salan di girtîgehê de ma hat berdan

14-09-2023
Nîşan Kazim Ateş Girtiyê Siyasî Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kazim Ateşê ku ji salên 1980yî ve çend caran hatiye girtin û berdan, piştî ku bi giştî 33 salan di girtîgehê de ma hat berdan.

Kazim Ateş, cara ewil di 17 saliya xwe de, sala 1980yî li parêzgeha Êlihê ya Bakûrê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

Di pêvajoya Esad Oktay de rastî şkenceyên giran hat û sala 1991ê hat berdan.

Ateş, sala 1993yan jî li Egeyê hat desteserkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê û xerakirina yekîtiya dewletê û yekparçeyiya Tirkiyeyê” ceza lê hat birîn.

Kazim Ateş vê carê jî heta 2004an di girtîgehê de ma.

Ateş, sala 2007an bi hinceteke cuda dîsa hat girtin û sala 2009an hat berdan.

Kazim Ateş, herî dawiyê sala 2015an li Sasonê tevî 26 kesan hat desteserkirin û bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” 7 salan hat darizandin, 2 sal û 15 roj ceza lê hat birîn.

Kazim Ateşê ku Girtigeha Boluyê ya Tîpa Fyê derket, li ber deriyê girtigehê bi kûlîkan hat pêşwazîkirin.

"Têkoşîn esas e"

Ateş, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got:

"Nîvê dilê min li vir ma. A dikeve ser milê me, em bi biryardarî xwedî li têkoşîna hevrêyên xwe derkevin”

Ateş herwiha da zanîn ku ew bi giştî 33 salan di girtîgehê de maye û got, "Têkoşîna esas e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst