Dadgehê derbarê Hozan Canê de biryarek nû da

14-07-2021
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Hozan Canê Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qedexeya derketina derveyî welat a li dijî hunermenda stranbêj a Kurd Hozan Canê ku li bajarê Kolnê yê Almanyayê dijî, û li Tirkiyê bi terorîzmê dihat tawanbarkirin, hate rakirin.

Biryara rakirina qedexeya derve ya li ser Hozan Canê îro Çarşemê 14ê Tîrmeha 2021an ji aliyê Dadgeha Edirneyê ve li rojavayê Tirkiyê hat dayîn.

Bi biryara îro ya dadgehê, hunermenda Kurd Hozan Canê êdî dikare ji Tirkiyê derkeve.

Lê dadgehê biryar da ku rûniştina din di 20ê Îlona îsal de bê lidarxistin.

Hozan Canê piştî derketina ji dadgehê ji ajansa nûçeyan a DPA ya Almanî re ragihandiye: “Ez ji dayîna biryarê kêfxweşim û dikarim vegerim malê, lê di van salên dawî de min ew qas êş kişandiye ku ev hesta dilxweşiyê diçin bin.”

Hunermenda Kurd, Hozan Canê li ser hesaba xwe ya Twitterê jî ragihandiye, “Dadgehê doz dîsan 2 meh paş avêt. Çi dikin bila bikin em dê tekoşîna xwe bidonînin.”

Berî destpêkirina rûniştina dadgehê, Hozan Canê li ser twittera xwe gotibû, “Îro doza min tê dîtin. Ji bo ku ez azad bim duayê(n) we dixazim.”

Hozan Canê ku navê wê yê resen Seîde Înanç e, bi hinceta ku endama rêxistineke terorîstî ye, di 22ê Hezîrana 2018an de li bajarê Edirne yê Tirkiyê hatibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê jê re hatibû birîn.

Canê wê demê ji bo ku piştgiriyê bide kampîna hilbijartinê ya HDPê, serdana Tirkiyê kiribû.

Canê, dema 2 sal û 5 mehan di girtîgehê de ma lê piştre bi biryara Dadgeha Pêdeçûnê (Temyîzê) di 1ê Cotmeha 2020an de bi merc hatibû berdan.

Dadgehê herwiha çûna derve û derketina ji Tirkiyê ji wê hunermenda Kurd qedexe kiribû.

Dema Canê di girtîgehê de bû, keça wê Gonul Ors di dawiya Gulana 2019an de ji bo serdan diya xwe ya di girtîgehê de bike serdana Tirkiyê kiribû, lê hatibû desteserkirin û piştre bi mercê qedexekirina derketina bo derveyî welat hatibû berdan.

Roja 24ê Hezîrana îsal dadgehê bi tohmeta ku li Almanyayê propaganda ji bo rêxistina terorê kiriye, cezayê 10 sal û 5 meh zindanê bi ser Gonul Ors keça Hozan Canê de sepandibû, lê biryara qedexeya derketina bo derveyî welat li ser wê rakiribû û wê karîbû ji Tirkiyê derkeve û niha li bajarê Kolnê yê Almanyayê dimîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst