Li Qersê rêyên zozanan tên vekirin

14-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Qers Zozanên Qersê Bakurê Kurdistanê Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Selîm a ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ve, tîmên Îdareya Taybet rêyên zozanên gundan ji berfê paqij dikin û rêyên wan zozanan vedikin.

Qers yek ji parêzgehên herî sar ên Bakurê Kurdistanê ye û di zivistanan de berfeke zêde lê dibare. Tevî ku meha Hezîranê ye lê belê rêyên beşek ji zozanên Qersê ji ber berfê heta niha girtî ne û tîmên taybet bi vekirina rêyan bi berdewamî hewla paqijkirina rêyên wan zozanan didin.

Li navçeya Selîm a Qersê jî rêya zozanên li navçeyên bilind heta niha ji ber berfê girtî ne û tîmên Îdareya Taybet hewl didin wan rêyan vekin, daku koçer û ajeldarên navçeyê bo havînê ajelên xwe li wan zozanan biçêrînin.

Tîmên îdareya taybet a navçeyê heftiya borî rêyên zozanên gundê Akçakaleyê paqij kiribûn, niha jî ji bo vekirina rêyên zozanên gundê Tuygunê dest bi xebatan kirine.

Li van zozanan hêj jî derdora 3 metre berf li erdê heye û tîm bi kepçe û makîneyên kar hewl didin rêyan paqij bikin.

Karmendê Îdareya Taybet Sezaî Yurdalan dibêje, bo berfa nû 4 meh mane lê ew hêj jî berfa berê paqij dikin daku ajeldar di havînê de bi rehetî ajelên xwe bibin zozanan û wan biçêrînin.

Sezaî Yurdalan dibêje: “Em rêyên zozanên gundê Tuygun ser bi navçeya Selîm a parêzgeha Qersê vedikin. Bilindahiya vê derê 2 hezar û 600 metre ye. Di demekê de ku 4 meh bo barîna berfê mane, em dê rûbirûbûna xwe ya ligel berfê li vê derê bidawî bînin. Em wek karmendên Îdareya Taybet a Selîmê herdem berfê paqij dikin. Armanca me ew e ku ajeldarên me bi rehetî biçin zozanan. Armanca me bo milet, ajeldar û gundiyên me xizmet e û em wek îdareya taybet 24 demjimêran bo wan kar dikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst