Li Amedê werza geştiyariyê ya havînî dest pê kir

14-06-2023
Abdulselam Akinci
Li Amedê werza geştiyariyê ya havînî dest pê kir
Li Amedê werza geştiyariyê ya havînî dest pê kir
Nîşan Amed Geştiyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê ji ber erdhejên 6ê Sibatê û prose û kampanyayên hilbijartinan geştiyariya bajêr di 6 mehên yekem ên salê de gelekî lawaz derbas bû. Niha berî Cejna Qurbanê liv û tevger zêde bûye.

Di qelbê mezopotamyayê de li bajarê dîrokî Amedê werza geştiyariya havînî destpê kiriye. Hem ji ber erdhejên 6ê Sibatê hem jî ji ber hilbijartinên serokkomarî û  parlementoyê û yên tirkiyê  geştîyarîya bajêr di şeş mehên ewil ê salê de şikestinek mezin xwar.Lê niha berî cejnê rengek bihare hatîye bajêr  û li kûçe û kolanan  liv û tevger jî zêde bûye û amed hêdî hêdî vedigere ser kewna xwe ya berê.

Serokê Komeleya Geştîyarî û Danasîna Amedê Edîp Paçal anî ziman “Par 650 hezar geştiyaran serdana Amedê kirin îsal hedefa me milyonek geştiyar e. Ji ber erdhejê heta vê kêliyê ew hedefa me pêşbînî dikir em negihîştinê lê a niha hem rezervasyonên cejnê, hem jî ew rezervasyonên piştî cejnê werin va heta meha Mijdarê daxwazeke zêde ya rezervasyonan heye.”

Amed bi cîh û warên xwe yên kevnar, bi sûr û bedênên dîrokî, bi baxçeyên hevselê, bi navend û berhemên xweyê dînî, bi sirûşta xwe ya bêhempa û bi tehmên xwe yê heremî salana bi sedhezaran geştiyaran re mazûvaniyê dike.

Dukandar Omer Aba got, “Ji bo ku Diyarbekir were naskirin hêviya me ji turîzma îsal gelek heye. Em jî dixwazin gelek turîst werin Diyarbekirê.”

Dukandar Engîn Ecer jî got, “Berê ji geştiyarên Fransî, Almanî, Iraqî dihatin a niha kes nayê. Bila hemû kes werin Amedê welatê mer pir xweş e. Gelekî xweş e.”

Di halê heyî de tevahiya otelên Amedê dikarin rojanê 7 hezar geştiyaran mêvan bikin lê li gor saziyên sivîl yên Amedê, acente û komeleyên geştiyariya bajêr kêmasiyên xizmetguzariya ji bo geştiyariyê gelek in potansiyela heyî ya bajêr baş nayê bikaranîn û ew dibêjin her ji wan sedeman rêjeya geştiyarên ku serdana Amedê dikin gelek kêm e û bajar ji derfetên xwe sûd wernagire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst