1718 namzedên jin hene: ‘Mêr naxwazin kursiyên xwe ji jinan re bihêlin’

24-03-2024
Abdulselam Akinci
1718 namzedên jin hene: ‘Mêr naxwazin kursiyên xwe ji jinan re bihêlin’
1718 namzedên jin hene: ‘Mêr naxwazin kursiyên xwe ji jinan re bihêlin’
Nîşan Hilbijartin Jin Mêr Şaredarî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di rêvebireya heremî de rêje û hejmara jinan ne bi dile saziyên jinan e. Di halê heyî de li 81 bajar, 922 navçe û 390 bajarokan tenê 41 şaredarên jin hene.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de jî di nav 14 hezar 856 berbijêrên ku ji bo şaredariyan têdikoşin de berbijêrên serbixwe jî di nav de tenê 1718 berbijêrên jin hene lê nayê zanîn ka ji wan jinan çend jê dê wekî şaredar werin hilbijartin.

Li Tirkiyeyê jin ji sala 1930an vir ve dikevin hilbijartinên şaredariyan û li gorî lêkolînan di 94 salan de tenê 150 jin wekî şaredar hatine hilbijartin.

Li gorî rêjeya hejmara jinan ev hejmar jî gelekî kêm e û di temsîliyeta jinan de ne di asta pêwîst de ye.

“Mêr naxwazin kursiyên xwe ji jinan re bihêlin”

Seroka Komeleya Piştevaniya Berbijêrên Jin (KADER) Nuray Karaogluyê li ser mijarê got:

“Newekhêviya jin û mêran herî zêde di qada siyasetê de xwe nîşan dide, amar jî wê yeke nîşan didin. Li vir problem ne nebûna berbijêrên jin e, problem nedîtina serlêdan û daxwazên jinan in.

Çima wiha dibe? Çimkî yên li ser jinan biryarê didin mêr in. Mêr jî naxwazin kursiyên xwe ji jinan re bihêlin, ev yek gelekî zelal e.”

Tevî ku ji 86 milyon nifûsa Tirkiyeyê, 43 milyon jin in jî di siyasetê de temsîliyeta jinan hîn jî nehatiye asta pêwîst.

Niha careke din ji bo hilbijartinên xwecihî 34 partiyên siyasî yên ku mafê ketina hilbijartinan bi dest xistine sûk û kolanên bajaran bi ala û pankartên berbijêrên mêr xemilandine lê reng û deng û hejmara jinên berbijêr wekî rêjeya di amaran de xuya dike gelekî kêm e.

Lewra ji bo hilbijartinên 31ê Adarê di nav 14 hezar 856 berbijêrên ku ji bo şaredariyan têdikoşin de berbijêrên serbixwe jî di nav de tenê 1718 berbijêrên jin hene.

“Di temsîliyetê de jî newekhevî heye”

Seroka Komeleya Piştevaniya Berbijêrên Jin (KADER) Nuray Karaogluyê herwiha anî ziman:

“Temsîliyeta jinan a di biryardayînê de li gorî pêwîstiyan û ji bo çareserkirina pirsgirêkan a bi rêbazên demokratîk û rasteqîn bersivdayînek e.

Ji xwe di biryardayînan de newekhêviyek heye, di temsîliyetê de jî newekhevî heye, ev rewş jî helbet ber bi bêedeletiyê ve dibe.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber sîstema hevserokatiyê partiya ku herî zêde berbijêrên jin derdixe DEM Partî ye lê ji ber ku Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê pergala hevserokatiyê qebûl nake di amarên fermî de ew jinên hevserok diyar nabin.

Herwiha li gorî vê rewşê di hilbijartinên heremî yên 2019an de li Tirkiyeyê tenê 41 jin bûne şaredar.”

Berbijêra Partiya DEVAyê ya Şaredariya navçeya Yenîşehîra Amedê Melîs Kandemîrê jî li ser mijarê anî ziman:

“Di siyasetê de zilam zêde ne, dibêjin siyasetê cihê zilaman e, hâlbûkî ne wiha ye. Demokrasî û azadî her tişt ji jinan dest pê dike.

Hûn dizanin ku di şeran de dema pîrek kitana xwe davêje erde li wir her tişt diqede.”

Di muxtariyê de jî rewş bi heman awayî ye. Di halê heyî de li Tirkiyeyê li 32 hezar û 238 taxan û 18 hezar 278 gundan 50 hezar û 516 muxtar li ser kar in û tenê hezar û 134 jê jin in.

Welatekî ku di nav 94 salan de tenê 150 jin kiribin şaredar gelo dê di hilbijartinen 31ê Adarê de posta şaredarî û muxtariyê radesti çend jinan bike?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst