Li Qamişlo bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Êrîşa Dronî HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serê sibeha îro roja înê li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê otomobîlek bi dronekê hate armanc girtin, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek din jî birîndar bû.

Li gorî zaniyariyên xwecihî li Qamişlo di demijêr nêzîkî 02:00 serê sibeha îro, bi dronekê êrîşî ser otomobîlekê hat kirin.

Hat ragihandin ku serkirdiyekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ê bi navê Baran di wê otomobîlê de bûye û jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha li gorî zanyariyan kesekî din ê ku di otomobîlê de bûye û nasnameya wî nehatiye eşkerekin jî birînar bûye.

Li gorî hatiye belavkirin ew êrîş ji aliyê artêşa Tirkiyê ve pêk hatiye, lê heya niha ne Tirkiye ne jî ti aliyekê din êrîşê negirtine ser xwe.

Li aliyê din Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di derbarê bûyerê de heta niha ti daxuyanî belav nekiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst