Li Qamişloyê otomobîlek hat bombebarankirin

02-12-2024
RÛDAW
Nîşan Qamişlo HSD Êrişên Dronî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin û 3 şervanan canê xwe ji dest da.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku doh li nêzî kargeha hesin a li ser xaçerêya Elî Faroyê ya li ser rêya navneteweyî ya M4ê ya bajarê Qamişlo, wesayîtek ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hatiye hedefgirtin.

SOHRê da zanîn ku di encamê de yek jê pilebilind 3 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da.

Heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Li gorî SOHRê, ji destpêka 2024an Tirkiyeyê 188 caran bi dronan êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst