HSD: 2 şervanên me şehîd bûn

31-05-2024
RÛDAW
Nîşan Til Hemîs Êriş Tirkiye Êrîşa Dronî HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)  ragihand ku li Til Hemîsê 2 şervanên wan canê xwe ji dest da.

Li bajarê Til Hemîsê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê du otomobîl rastî êrişa dronan hatin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê êrişê daxuyaniyek da.

HSDyê diyar kir ku di wê êrişê de 2 şervanên wan canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniya xwe de HSDyê got:

"Di êrişeke terorî ya nû de, dronên Tirkiyeyê îro piştî nîvro li herêma Til Hemîsê ambulanseke dermankirina birîndaran, wesayîtek û nuqteyeke leşkerî ya hêzên me bombebaran kirin.

Di bombebaranê de 2 şervanên me şehîd bûn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst