Malbatên Enfaliyan li Nugre Selman di bin erdê de li mirovên xwe digerin

14-04-2022
RÛDAW
34emîn salvegera Enfalê li Keleha Nugre Selman
34emîn salvegera Enfalê li Keleha Nugre Selman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di salvegera Enfalê de malbatên hin enfalkiriyan serdana Keleha Nugre Selman kirin û hinek ji wan dest bi kolandina axê kirin di wê baweriyê de bûn hestî û paşmayên wan di bin erdê de ne. 

Hejmarek ji malbatên qurbaniyên Komkujiya Enfalê ji bo bîranîna 34emîn salvegera Enfalê çûn ser Keleha Nugre Selman û gelek bîranînên xembar ên wan rojan bi bîr anîn ku hin ji wan nedikarîn xwe bigirin, digiriyan.

Keleha Nugre Selman, keleha ku dikeve biyabanên başûrê Iraqê û rejîma Beis a Iraqê ya berê di dema kampanya Enfalê ya dijî gelê Kurd de, wek zindan bikar dianî û bi dehan hezar jin û mêr û zarokên Kurd li wê derê komkuj kirin.

Malbat gava ku gihîştin çolên Erarê, hinek ji wan yekser dest bi giriyê kirin. Kûçikên reş ên Nugra Salman ku Enfaliyan bi wan re çîrokeke dilşikestî heye, bi dehan ji wan li heman cihê bûn.

Îsal ji salê din cudatir, hin malbatên Enfalê yên ji Germiyanê ji bo bîranîna Enfalê serdana Nugra Salman hatin.  

Li wê girtîgehê bi dehan çîrokên xemgîn hene û ruzgarbûyên Enfalê bi girî behs dikin.  

Feziye Elî ku mirovê wê di Komkujiya Enfalê de hatine qurbanîkirin behsa çîroka xembar a dayik û zaroka wê dike û dibêje, "Beriya saetekê zaroka wê mir û ew bi xwe jî li ber mirinê bû lê wê pêsîra xwe dikir devê zaroka xwe. Ev qet ji bîra min naçe.”

Kesûkarê qurbaniyan Mihêdîn Babaelî got: "Ez li ser wê difikirim ku ketina destê van hovan çawa ye, birçîbûn e, tîbûn e, halê wan çawa bû û çawa dijîn, kesekî wisa bû ku nikaribû li ber bavê xwe xwarinê bixwe."

Her qula ku dibînin hewl didin bikolin û li dû cenazeyan digerin an her tiştên ku hinekî aştiyê bide wan.

Ramazan Ristemê ku mirovê wî qurbaniyên Enfalê ne, bi kolandina erdê li keskûkarên xwe digeriya, wiha got, "Em li hestiyên ezîzên xwe digerin. Em bawer in ku tiştek heye û me kincên wan dîtine. Ya ku di destê min de qumaşeke jinane ye."

Komkujiya Enfalê ya ku bi ser Kurdan hat kirin, bi 8 qonaxan pêk hat, qonaxa yekemîn li Geliyê Cafayetî ku di 23ê Sibata 1988an de destpê kir û qonaxa dawî jî Behdînanê di 25ê Tebaxa 1988an de hat kirin û di vê pêvajoyê de zêdeyî 4 hezar gund hatin hilweşandin û nêzî 182 hezar Kurd canê xwe ji dest dan.

Qonaxa Komkujiya Enfalê ya li Germiyanê di 14ê Nîsana 1988an de dest pê kir û ew roj wek salvegera Komkujiya Enfalê hat qebûlkirin û her sal di wê rojê de qurbanê tên bibîranîn.

Keleha Nugre Selman li navçeya Selman a ser bi parêzgeha Semawe ye û Hikûmeta Beasê di prosesa Enfalê de wek zîndan bi kar aniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst