WAN - Xwenîşandan berdewam dikin: 'Em bi xelkê Wanê û gelê Kurd re ne'

14-02-2025
RÛDAW
Dîmenê xelkê yê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê\ Wêne: Şewket Herkî\ Rûdaw
Dîmenê xelkê yê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê\ Wêne: Şewket Herkî\ Rûdaw
Nîşan Wan Abdullah Zeydan Sînan Ozarslan Yilmaz Hun Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Bakurê Kurdistanê xwenîşandanên dijî cezakirina Hevserokê Şaredariyê Abdullah Zeydan berdewam dikin.

Dadgeha 5emîn Cezayê Giran a Amedê 11ê vê mehê bi hinceta “alîkariya PKKyê” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Abdullah Zeydan.

Piştî biryara dadgehê dijî biryarê nerazîbûn û çalakiyên nobedê dest pê kirin.

“Em bi xelkê Wanê û gelê Kurd re ne"

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozarslan li ser biryara dadgehê got, "Em wekî parêzerên Wanê bi xelkê Wanê û gelê Kurd re ne ku dixwazin îradeya wî tune bikin.

Wekî her tim îro jî em dê piştgiriya vê îradeyê bikin."

Abdullah Zeydan ji ber heman dozê berê 5 sal û 2 mehan hatibû girtin lê Dadgeha Bilind biryara dadgehê betal kiribû.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun behsa mafê hilbijartinê yê xelkê Wanê kir û wiha axivî:

"Pîvanên herî girîng ên yasayê mafên dengdayîn û hilbijartinê ne. Îro ev mafê me ji me tê standin. Îro ev mafê me tê desteserkirin û tê kontrolkirin."

Abdullah Zeydan di hilbijartinên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de wekî namzedê DEM Partiyê yê 245 hezar û 573 deng (ji sedî 55,48ê dengan) bi dest xistibûn.

Piştî biryara dadgehê metirsî li ser şaredariya Wanê heye ku qeyûm were tayînkirin.

Zeydan li ser biryara ceza ji Rûdawê re diyar kiribû ku ew vê biryarê nas nakin.

"Li ser fermana AKP û MHPyê ev biryar hat dayîn"

Hevserokê Şaredariya Wanê got, "Dadgeh, edalet û hiqûq tune. Li ser fermana AKP û MHPyê ev biryar hat dayîn.

Dixwazin careke din îradeya gelê Wanê desteser bikin. Ji bo vê yekê wan bingehek ava kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst