WAN - Dogan Hatun: Gelê Kurd dê tiştê pêwîst bike

12-02-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Abdullah Zeydan Dogan Hatun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê axivî û got, "Wekî ku gelê Kurd çawa xwedî li îradeya xwe, axa xwe û çanda xwe derketiye, îro jî dê tiştê pêwîst bike.”

Piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, xelkê li pêşiya avahiya şaredariyê dest bi nobedê kir.

Li bajarê ku germahî daketiye bin sifirê bi 10 pileyan, çalakiya nobedê heta sibehê berdewam kir.

Gelek parlamenter û hevserokên şaredariyan jî beşdarî çalakiya nobetê bûn.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhana ku li şûna wê qeyûm hatiye danînû Hevserokê Yekîtiya Şaredariyan a Başûrrojhilatê Anatolyayê (GABB) Sîraç Çelîk jî beşdarî çalakiya nobedê bûn.

“Helwesta we bersiveke gelekî xurt dide”

Dogan Hatun di axaftina xwe ya li çalakiya nobedê de got:

"Îradeya hemû Kurdan niha li vir e. Gel li îradeya xwe xwedî derdikeve, helwesta we ya li vir bersiveke gelekî xurt dide.

Bila dengê we bigihîje wan, çawa ku 31ê Adarê vî gelî bersiv da wan, çawa xwedî li axa xwe derket, çawa xwedî li zimanê xwe derket, çawa xwedî li çanda xwe derket, îro jî xwedî li îradeya xwe derdikeve."

Hatun her wiha got, "Gelê Kurd dê li her derê xwedî li maf û îradeya xwe derkeve.

Dema Kurd ji bo îradeya xwe rabin ser pêyan, ti hêz nikare li hemberî wan bisekine.

Hûn baş dizanin, we li ber xwe da, hûn dîsa li ber xwe didin. Bila dîsa zanibin ku gelê Kurd dê li hemû bajarên xwe dîsa li ber xwe bide."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst