Li Wanê 21 kes hatin girtin: Vê carê hincet Abdullah Zeydan e

17-05-2024
Nîşan Wan Girtin Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta xwepêşandanên ji bo Abdullah Zeydan 21 kes hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê xwepêşandanên ji bo Abdullah Zeydan lêpirsin dabû destpêkirin.

Di çarçoveya vê lêpirsînê de 13ê Gulanê li Wanê 55 kes hatibûn desteserkirin.

Îro 21 ji wan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “zeredayîna mal û milkê dewletê” hatin girtin û 34 ji wan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de li Wanê namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi ser ketibû lê Lîjneya Hilbijartinan a Wanê biryar dabû ku mazbatayê bide namzedê AK Partiyê.

Piştî vê biryarê xelk li Wan û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê daketibû kolanan û ev biryar protesto kiribû.

Li hêla din, li Stenbolê jî 4 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst