Hewlêr (Rûdaw) - 3 nexweşxaneyên zarokan ên li Qamişlo, Hisîça û Reqayê rojane dikarin 300-400 zarokên nexweş tedawî bikin.
Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê niha 3 nexweşxaneyên taybet ên zarokan hene.
Ew nexweşxane li Qamişlo, Hisîça û Reqayê ne û dikarin rojane 300-400 zarokên nexweş tedawî bikin.
Li Hisîçayê ji ber nebûna avê gelek zarok nexweş ketine û di nava 20 rojan de 4 hezar zarok li nexweşxaneyê tedawî bûne.
"Li nexweşxaneyê hemû amûrên bijîşkî hene"
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Cezîrê Dr. Memo Xelîl got:
"19ê Kanûna Pêşîn a 2024an nexweşxane ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cezîrê ve hat vekirin û li nexweşxaneyê hemû amûrên bijîşkî hene.
Destpêkê heta me bi bijîşk û karmendên tenduristiyê re peyman çêkirin nexweşxaneyê bi alîkariya kadroyên nexweşxaneyên Hisîça û Nexweşxaneya Gel dest bi karê xwe kir."
Dr. Memo Xelîl got, "Li nexweşxaneyê beşa hawarçûnê û beşa kuvêzan heye û di demeke nêzîk de dê beşa neştergeriyên sezeryan û beşa jidayîkbûna asayî jî bên vekirin."
Li gorî gotina Dr. Memo Xelîl, ji roja vekirinê heta niha nêzîkî 4 hezar zarokan çareserî wergirtiye û rojane nêzîkî 100 zarokî li beşa hawarçûnê tên wergirtin û niha jî nêzîkî 100 zarokî di kuvêzan de ne.
Li aliyê din, şandeyeke Koalîsyonê ji bo nirxandina rewşê çû nexweşxaneyê.
Şande bi berpirsên nexweşxaneyê re civiya da ku karibe pêdiviyên pêwîst ji nexweşxaneyê re dabîn bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse