Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dike

15-02-2023
RÛDAW
Nîşan Ermenistan Ararat Mirzoyan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan ji ber erdhejê  bi armanca hevgirtin û sersxiyê serdana Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dike. Birayar e Mîrzoyan serdana parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jî ku tîmên rizgarkirinê yên  wî welatî li wê parêzgehê kar dikin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê Roja Çarşemê 14ê Sibata 2023an di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan roja Çarşemê 15ê Sibata 2023an ji ber erdhejê serdaneke hevgirtinê bo Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pêkbîne.

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Ararat Mirzoyan dê serdana parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jî bike tîmên Ermenîstanê piştî erdhejê ji bo karûbarên rizgarkirinê çûbûn wê parêzgehê û niha jî li wê derê kar dikin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje “Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mirzoyan, piştî erdhejên Mereşê bi armanca ku sersaxî û hevgirtina xwe diyar bike, dê 15ê Sibata 2023an serdana welatê me bike. Wezîr Mîrzoyan piştî civîna ligel wezîrê me yê birêz, dê serdana Semsûrê jî bike ku tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya Ermenistanê li wê derê karûxebatên xwe dimeşîne.”

Di encama erdheja 6ê Sibata 2023an  de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bû û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li gor amarên dawî ku roja 14ê Sibata 2023an Serokkomarê Tirkiyê ragihandine hejmara kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane bo 35 hezar û 418 kesan zêde bûye û 105 hezar û 505 kes jî birîndar bûne. Kar û xebatên lêgerîna li pey qurbaniyan berdewam in û amar di zêdebûnê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst