700 malbatên Koyê ji ber metirsiya êrîşên Îranê nikarin vegerin malên xwe

13-12-2022
RÛDAW
Nîşan Koye Îran Partiyên Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Koyê diyar kir ku 700 malbatên ku ji ber êrîşên dron û mûşekî yên Îranê malên xwe terikandine heta niha venegeriyane malên xwe.

Qaymeqamê Koyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, ev 700 malbat niştecihên gundên Hermote, Şîle û Topzawa û penaberên Rojhilatê Kurdistanê li kampên lê dimînin in û got “Li gundê Hermote zêdetirî 140 malên ku bi giranî Kristiyan in hene.”

Heyderî diyar kir ku îhtimala dubarekirina êrîşên Îranê heye û dibêje “Ne diyar e kengî dê ev malbat vegerin ji ber ku ew ditirsin ku êrîşên Îranê dubare bibin.Ti garantî tine ku ew êriş dubare nebin û garantiya jiyana wan tine.”

Îranê di 28ê Îlonê de li dijî kampên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bi doronên kamîkaze û mûşekan êrîş pêk anîbû. Di van êrîşan de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûbûn.

Ji tirsa êrişên Îranê 700 malbatên ku li gundên navçeya Koye ya Hewlêrê dijîn neçar man ji gundên xwe derkevin.

Piştî 28ê Îlonê, Îranê êrîşên xwe yên li ser kampên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê û kampên ku penaberên Rojhilatê Kurdistanê lê diman, berdewam kirin. Şêniyên van kampan hîn jî ji dubarebûna êrîşan bi fikar in.

Gundê Hermote yê navçeya Koye, yek ji mezintirîn gundên Krîstiyan ên Herêma Kurdistanê ye. Beriya bombebarana Îranê li gund 118 malên Krîstiyanan û 25 malên misilmanan hebûn.

Serokê Meclîsa Gundê Hermoteyê Hurmuz Îsa der barê gundiyên ku ji gund derketine axivî û got “30-40 malbat bi roj tên gund û danê êvarê jî vedigerin Koye. Hejmara malbatên ku vegeriyane gund û bi temamî bi cih bûne nagihîje 10 malbatan.”

“Xelk ji jiyana zarokên xwe bi fikar in”

Îsa da zanîn ku mirov ji jiyana zarokên xwe bi fikar in û wiha berdewam kir “Xelk ji ber êrişên dron û mûşken ji jiyana xwe û ya zarokên xwe bi fikar in ji ber vê yekê venagerên gundên xwe.”

“Em ê dîsa ayînên xwe yên olî bikin”

Îsa diyar kir ku ew ê ayînên xwe yên olî bidomînin û wiha anî ziman:

“Em dê li ser soza xwe bin. Em dê îsal jî sala nû pîroz bikin û li Hermotê pîrozbahiya jidayikbûna Îsa dê weke salên berê bidome. Em ê nehêlin ev bûyer bandorê li pîrozbahiyên me bikin. Balafirên bê mirov û mûşek li ser me hebin jî em dê pîroz bikin. Em bang li xelkê dikin ku xwe amade bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst