Li Hesekê nirxê hinek teyrên baz digihêje 80 hezar dolaran

13-12-2020
RÛDAW
Li Hesekê bazara nêçîra teyrê baz germ e
Li Hesekê bazara nêçîra teyrê baz germ e
Nîşan Teyrê Baz Heseke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazara kirrîn û firotina teyrê baz li beşekî piraniya welatên Erebî bi taybetî li welatên Kendavê bazarek e germ e, hinek ji şêxên Ereb diçin biyabanên dûr, û hinek caran jî diçin wek Pakistanê bo nêçîra firinde û ajelên kêmdîtî.

Salane di meha îlona de heta meha kanûnê nêçîrvanên parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi nêçîra teyrê baz dikin.

Nêçîrvan Hemîd dibêje: “Ji destpêka meha îlona ve teyrên baz ji çiyayên Efxanistanê, Pakistanê û Rûsyayê ber bi navçeyên germ ve koç dikin, di vê demê de nêçîrvan hewlên xwe bo nêçîra wan destpê dikin. Spas ji Xwedê re, min jî ev bazê Farisî nêçîr kir.”

Nêçîrvanên Rojavayê Kurdistanê tecrubeyeke wan a mezin heye, piraniya bazan ji îranê ber bi navçeyên germ ve koç dikin, ku bi buhatirîn û gulbijêrtirîn baz di nav wan de ne, ji wan jî bazê Farisî, nêçîrvan jî fend û fêlên coracor bo nêçîrkirina wan bikar tînin.

Nêçîrvanê bi navê Ebdurrezaq Nayif jî got: “Me kevokeke çiyayî bo nêçîrkirina baz bikar anî, dema xwest kevokê bigire ket nav torê, bazekî Farisî zêde kêmdîtî ye, her 5 salan carekê tê dîtin, em bi awayekî zêde zehmet van bazan nêçîr dikin, hinek ji kirryaran 71 milyon lîre dane, lê me red kir, ji ber bi nerîna min 100 milyon lîre dike.”

Demsala nêçîrkirina teyrê baz di naverasta meha îlonê de destpê dike heta naverasta meha kanûnê berdewam dibe, bi vî awayî teyrê baz ji Rûsya, Îran û bakurê Iraqê di Sûriyê re derbas dibin û diçin bakurê rojhilatê Efrîqyayê û peravên deryaya sor, ji naverasta adarê jî heta naverasta nîsanê ber bi cihên xwe ve vedigerin.

Ew teyrên baz ku nêçîrvan wan digirin, li bazara kirrîn û firotina firindeyan pereyên xeyalî dikin, bi taybetî li welatên Kendavê xwasteke zêde li ser wan heye.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst