PWK: Komkujiya Sînemaya Amûdê di dilê her Kurdî de birîneke kûr e

23 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şewata Sînemaya Amûdê Komkujî PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Komkujiya Sînemaya Amûdê bi bîr anî û got, “Ev bûyer di dilê her Kurdî de birîneke kûr e û em şehîdên şewata Sînemaya Amûdê ji bîr nakin.”

Îro 64 sal di ser şewata Sînemaya Amûdê re derbas dibin.

13ê Çiriya Paşîn a 1960î karesatek li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê qewimî.

Sînemaya bajêr şewitî û tê de 283 zarokên Kurd canê xwe ji dest da.

PWKyê bi boneya salvegera 64an a wê komkujiyê daxuyaniyek belav kir.

PWKyê ew komkujî şermezar kir û got:

“Bûyera li Amûdê di dilê her Kurdî de birîneke kûr hiştiye û em wan şehîdên temenbiçûk bi bîr tînin.”

Şewata Sînemaya Amûdê

Beriya niha bi 64 salan, 13ê Çiriya Paşîn a 1960î li bajarê Amûdê bûyereke dilsoj rû da.

Di wê roja xemgîn de, agirekî dijwar bi Sînemaya Amûdê ket.

Di encamê de 283 zarokên Kurd ên wî bajarî û yên derdorê, di nav dojeha wî agirî de canê xwe ji dest da.

Her wiha bi dehan zarok jî birîndar bûn û heta niha gelek ji wan behsa wê serpêhatiya xwe dikin.

Xwendekarên dibistanan dê wê rojê li fîlmeke bi navnîşana “Tawana Nîvê Şevê” ya li ser Şoreşa Cezayirê temaşe bikira.

Şewata Sînemaya Amûdê, wekî “Komkujiya Sînemaya Amûdê” jî tê binavkirin.

Baweriya di nav xelkê de ew e ku şewat ji aliyê desthilata wê demê ya Sûriyeyê ve bi qestî hat derxistin.

Heta niha jî bi awayê fermî ti alî yan kesek ji ber wê bûyerê nehatiye darizandin an jî cezakirin.

Mihemedê Seîd Axayê Deqorî

Dema behsa şewata şewata Sînemaya Amûdê tê kirin yekser fedakarî û xîreta Mihemedê Seîd Axayê Deqorî tê hişê însên.

Mihemedê Seîd Axa wê şevê bi dehan zarok ji şewatê rizgar kirin.

Her carê xwe dida nav êgir, çend zarok xelas dikirin û dîsa li sînemayê vedigeriya da ku zarokên welatê wî neşewitin.

Lê carekê ji wan sitûnek bi ser de tê xwarê û ew jî di nav pêtên êgir de koça dawî dike.

Desthilanîn û xîreta Mihemedê Seîd Axayê Deqorî bûye mijara gelek stranan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst