Sirri Sakik: Divê HDP ji hemû şaredariyan vekişe

13-11-2019
RÛDAW
Nîşan Sirri Sakik HDP Şaredarî Qeyûm Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sakik, ragihand ku pêwîst e HDP ji hemû şaredariyên din ên di dest de ne vekişe.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Sirri Sakik, li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyaniyek belav kir û bertek nîşanî biryarên danîna qeyûman li ser şaredariyên bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê da.

Sirri Sakik diyar kir, “Di demeke ku danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê asayî bûye de ti hêviya min ji wan alî û şexsên ku ji xwe re dibêjin demokrat nîne” û gotiye, “Lêbelê hêviya min ji HDPê ew e ku ji vê bêçarebûna xwecihî xilas bibe.”

Di dewama twîta xwe de Sakik got ku fikra wî ya şexsî ew e ku HDP ji wan şaredariyên din bi awayekî hevdem vekişe.

Li ser fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro qeyûm bo şaredariyên HDPê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya Hezexê ya Şirnexê û bajarokê Perî yê girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê hatin danîn.

Li Bakurê Kurdistanê piştî hilbjartinên 31ê Adarê û heta niha hejmara şaredariyên ku qeyûm li ser hatine danîn 3jê şaredariyên bajarên mezin, gihişt 20an.

HDPê di hilbijartinên 31ê Adarê de 3 jê bajarên mezin şaredariyên 8 bajar, 50 navçe û 11 bajarokan wergitibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst