Li Erzinganê erd hejiya

13-09-2024
Nîşan Erzingan Gercan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gercanê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyê çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro jî li Erzinganê erdhejek çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Gercanê ya Erzinganê saet 09:48an çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,1 pile bûye.

AFADê her wiha destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 9,48 kîlometre bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst