Li Meletiyê erd hejiya!

01-08-2024
Nîşan Meletî Çermiktî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê saet 05:52yan rû daye.

Li gorî AFADê, hêza erdhejê 4,4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê jî 10,83 kîlometre bûye.

Li aliyê din, li ser zererên erdhejê heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst