Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê: Em dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin

13-09-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Awisturya Nêçîrvan Barzanî Alexander Schallenberg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg ragihand ku ew dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg bi şandeyeke bazirganiyê re hatiye Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alexander Schallenberg îro li Hewlêrê civiyan.

Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Awisturyayê jî di civînê de amade bûn. 

Pêwendiyên Awisturyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, koçberiya neyasayî ya ber bi Ewropayê ve û pêşhatên dawiyê yên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

“Herêma Kurdistanê û Awisturyayê pêwendiyên dîrokî hene”

Nêçîrvan Barzanî di civînê de bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên her du aliyan û pîrozbahî li Schallenberg kir ku dubare balyozxaneya Awisturyayê li Bexdayê vekir.

Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Awisturyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û berdewamiya geştên asmanî yên rasterast yên di navbera Viyana û Hewlêrê de bilind nirxand.

Serokê Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê xwest ku nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê jî vekin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê amade ye di her warî de pêwendiyên xwe bi Awisturyayê pêş bixe.

“Em hewl didin nûnertiya xwe li Hewlêrê vekin”

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê jî eşkere kir ku welatî wî girîngiyê dide pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanêre û got ku hewl didin nûnertiya xwe li Hewlêrê vekin.

Alexander Schallenberg herwiha tekez kir ku sektora taybet a welatî wî dixwaze ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bike.

Her du alî hevnerîn bûn ku aramiya siyasî û ewlehiyê ji bo rakêşana sermayeguzariya biyanî û pêşketina aborî girîng e.

Derbarê koça nayasayî de jî her du aliyan tekez kir ku ji bo rûbirûbûna koça nayasayî, divê hevahengî di navbera welatên Ewropa û navçeyê de hebe. 

“Divê sîstema federalî bi temamî were bicîkirin”

Têkildarî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku pêwîst e pirsgirêk li ser bingeha destûrê bêne çareserkirin û sîstema federalî bi temamî were cîbicîkirin.

Herwiha çend mijarên din jî ku ji bo her du aliyan girîng in hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst