Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê: Em dê li Hewlêrê konsulxaneyê vekin

13-09-2023
Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg Veberhênan Hewlêr Konsulxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê da zanîn ku dê welatê wî li Herêma Kurdistanê konsulxaneyê veke.

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg li Herêma Kurdistanê ye.

“Peyama me gelekî zelal e”

Alexander Schallenberg, da zanîn ku ew bi şandeyeke bazirganiyê re hatiye û got:

“Peyama me gelekî zelal e: Em bazirganiya zêdetir û veberhênana zêdetir dixwazin.”

Schallenberg, amaje pê kir ku 10 kompanyayên ji Awisturyayê pê re hatine Herêma Kurdistanê û wiha berdewam kir:

“Ev jî nîşaneya bawerkirinê ye. Ev bawerî, aramî û pêşketina aboriyê ya li Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Kompanyayên ji Awisturyayê dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin û em dixwazin pêwendiyên me û Herêma Kurdistanê bi pêş bikevin.”

Alexander Schallenberg, destnîşan kir ku ew girîngiyeke zêde didin tevahiya Îraqê, herwiha pêşketina Îraqê ji bo wan girîng e.

“Dê li Hewlêr û Besrayê konsulxaneyên me hebin”

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê, pirsa Peyam Serbestê a bi şiklê, “Gelo nêta we heye ku hûn li Herêma Kurdistanê konsulxaneya giştî vekin?” bi vî awayî bersivand:

“Bêguman ez wekî wezîrekî karên derve dixwazim ku li hemû welatên derve nûnertiyên me hebin. Divê paşerojê li Hewlêr û Besrayê konsulxaneyên me yên fexrî hebin.

Dê li Hewlêr û Besrayê konsulxaneyê me hebin, li Bexdayê jî balyozxaneya me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst