Li Hewlêrê konsulxaneya herî mezin a cîhanê tê çêkirin: Amerîkayê daxuyanî da

12-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Konsulxane Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê Konsulxaneya mezintirîn a cîhanê ya li Hewlêrê tê çêkirin daxuyanî da.

Wezaretê diyar kir ku sala 2025an xebatên avakirina konsulxaneyê bi dawî dibin.

Amerîkayê sala 2018an dest bi çêkirina konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê kiribû û plan dikir ku sala 2024an bi dawî bibe.

Lê belê Mufetîşê Giştî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya 10ê Sibata 2024an de ragihandibû ku ji ber sedemên cuda yên ewlehiyê dê çêkirina konsulxaneyê paş bixin.

Di raporê de hat diyarkirin ku wan hin xebatkarên projeyê şandine welatên wan û ji ber vê yekê xebatên beşek ji kompleksê hatine rawestandin.

Sedema taloqkirinê êrişên grûpên çekdar in

Amerîkayê destnîşan kir ku sedemê taloqkirinê êrişên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve ne.

Li ser daxwaza Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, ji 23yê Çiriya Pêşî a 2023yan heta 4ê Sibata 2024an xebatên beşek ji projeyê hatin rawestandin.

Li gorî rapora mifetişê giştî, Ofîsa Rêvebiriya Wezareta Karên Derve ji bo wergirtina karkeran û berdewamkirina xebatên avakirinê li benda destûra wezaretê bû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi rêya e-mailê bersiva pirsa Rûdawê da.

Berdevkê Wezaretê diyar kir ku destûra pêwîst ji Ofîsa Rêvebiriya Avahiyên Derve re hatiye şandin û tê armanckirin ku avakirina kompleksê di sala 2025an de biqede.

Kompleksa Hewlêrê ji aliyê 4 şirketên Amerîka û hin şîrketên herêmî ve tê çêkirin.

Konsulxaneya li Hewlêrê 200 hezar metre çargoşe ye ango bi qasî 28 holên futbolê mezin e.

Ji bo çêkirina avahiyê 794 milyon dolar dê bên xerckirin

Wezareta Karên Derve ya Amerîka sala borî ragihandibû ku ji sedî 90ê konsulxaneya nû ya Hewlêrê temam bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst