Salê carekê çêdibe: Bi hezaran kes çûn Zerzevanê

13-08-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Bi hezaran ji bo dîtina barana meteoran çûn Zerzevanê / Wêne: Rûdaw
Bi hezaran ji bo dîtina barana meteoran çûn Zerzevanê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Keleha Zerzevanê Barana Meteoran Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Her şeva ku 12ê Tebaxê bi 13ê Tebaxê ve girê dide li asîmanan bûyereke xwezayî ya bêhempa diqewime.

Ev bûyer salê carekê çêdibe ku jê re dibêjin barana meteoran.

Bi hezaran kesan ji bo ku meteorên li asîmanan bibînin berê xwe da ser Keleha Zerzevanê.

Li Keleha Zerzevanê ku dîroka wê digihije 3 hezar sal berê û wekî Garnîzona Romayê hatiye bikaranîn, amadehiya bûyereke bêhempa tê kirin.

Keç û xort, jin û mêr û zar û zêçan berê xwe da Zerzevanê.

Her kesî xalîçeyek an jî mênder û kursiyek bi xwe re bir ku demeke dirêj li asîmanan temaşe bike.

Ji ber ku salê carekê li asîmanan meteor dibarin û xelk ji bo temaşekirina barana meteoran di nava kelecaneke mezin de ye.

Çalakiya temaşekirinê di bin navê “Mêndara xwe hilde û were”, bi biryara Qeymeqamiya Çinara Amedê hat kirin.

Arkeologê Keleha Zerzevanê Mehmet Bîlen got:

“Ji bo zarokan, ji bo turîstan û ji bo vê derê organîzasyoneke gelekî mezin e û ji bo nasandina vê derê jî gelekî baş e.”

Dema temaşekirina meteoran di navbera demjimêr 8ê êvarê û 2yê şevê de bû.

Lê  piraniya xelkê hîn jî 2 demjimêr berê bi kelecaneke mezin çûn cihê xwe girtin.

“Kelecaneke xweş e”

Welatî Nurşîn Aslanerê got, “Em û malbata xwe hatin vê derê. Ev cara yekemîn e ez dê seyr bikim. Kelecaneke xweş e.”

Roj çû ava û tarîtiya şevê bi ser ronahiyê de qulibî.

Çavê hemû kesan li asîmanan, li vê bûyera bêhempa ya xwezayî ye ku salê carekê çêdibe û şeva 12ê Tebaxê bi 13ê Tebaxê ve girê dide.

Li asîmanan barana meteoran çênebû.

Car caran hin meteor wekî çirûskeke agir pê diketin û vedimirîn lê ew jî li ber lensa kamerayan neketin.

Welatî Agît Mehsûm jî got:

“Dibêjin haho haho ka tiştek tune weleh. Ez qet poşman nebûm. Ew qas rê hatim lê poşmanî tune ye.”

Kesekî bi navê Ersîn Haydaroglu jî got, “Me çar heb dîtin. Baş bûn, xweş bûn. Em gelekî kêfxweş bûn.

“Wilehî xalo mal germ bû em jî hatin”

Kesekî bi navê Ahmet jî got:

“Wilehî xalo mal germ bû, em hatin. Mal germ bû, em hatin me got em vî miletî bibînin hele çi ye.

Em hîna nabînin milet dibêje haho haho.”

Kesekî bi navê Muharem jî got, “Min dît kevir dibariya lê min pir jê fêm nedikir.”

Welatî Selahedîn Gunduz wiha behsa şevê kir:

“Welehî dema mirov li xwezayê dimêyzîne gelekî kelecan dibe. Li asîmanan gelek stêrk hebûn. Ji ber vê yekê jî em gelekî kêfxweş bûn.”

Yên meteor dîtin jî û yên nedîtin jî kêfxweş bûn.

Ji ber ku piraniya xelkê li bilindahiya Keleha Zerzevanê demeke hênik borand û sohbeteke germ gerand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst