Ji bo Amedê hişyarî hat dayîn

05-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tê payîn ku li navenda parêzgeha Amedê û li aliyê bajêr ê rojhilatê ji danê sibê pê ve baraneke gur bibare.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Meteorolojiyê, li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê sibe dê baran û teyrok bibare.

Li gorî heman daxuyaniyê bandora baran û teyrokê dê li navçeyên Rezan, Sur, Pêyasê, Yenişehir, Pîran, Hênî, Çinar, Çermûk, Şamkuş, Erxenî û Gêl û navçeyên li rojhilatê Amedê Karaz, Qulp, Farqên, Bismil, Hezro, Licê hebe.

Di daxuyaniyê da hat xwestin ku welatî ji bo lehiyê baldar bin, ji bo çûyîn û hatinê tedbîrên xwe hildin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst