Li Keleha Zerzevanê amûrên neştergeriyê yên 1800 salî hatin dîtin

20-12-2023
RÛDAW
Li Keleha Zerzevanê amûrên neştergeriyê hatin dîtin
Li Keleha Zerzevanê amûrên neştergeriyê hatin dîtin
Nîşan Keleha Zerzevanê Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Keleha Zerzevanê ya li navçeya Çinara Amedê amûrên neştegeriyê yên 1800 salî hatin dîtin.

Karên kolanê yên li Keleha Zerzevanê ya li navçeya Çinara Amedê ya Bakurê Kurdistanê berdewam in.

Nêzîkî Perestgeha Mîtrayê ya di nava kelehê de, amûrên tenduristiyê yên bronz ên 1800 salî hatin dîtin.

Pisporan diyar kir ku di wê demê de bi van amûran emeliyat dihatin kirin.

Serpereştyarê Kolanê, Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Aytaç Coşkun got:

“Ev der baregaheke yê Romayê ye û cihekî leşkerî ye. Ji yekîneya lejyonan nêzîkî hezar û 200 leşker li vê derê mane.

Em dizanin ku bi leşkeran re bijîşkên pispor hebûn. Bi egereke mezin li vê derê gelek emeliyat hatine kirin.

Ji ber li Keleha Zerzevanê di şer de û di dema rahênanan de gelek leşker birîndar dibûn."

Bi hezaran berhemên ku li Keleha Zerzevanê hatine dîtin dê li muzexaneyeke taybet bên pêşandan.

"Bi hezaran berhem hatin dîtin"

Coşkun herwiha got:

“Li Keleha Zerzevanê bi hezaran berhem hatin dîtin.

Amûrên ameliyatê yên hatine dîtin hezar û 800 salî ne û gelek berhemên 3 hezar salî jî me dîtin.

Em dixwazin di demeke nêzîk de ji bo pêşandana bi hezaran berheman muzexaneyekê vekin.”

Keleha Zerzevanê ku dîroka wê vedigere 3 hezar sal berî niha, di serdema Împaratoriyeta Romayê de wekî cihekî taybet ê mana leşkeran hatiye bikaranîn.

Keleh, sala 2020î ket Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê.

Li aliyê din, îsal 400 hezar geştyarî barê xwe daye Keleha Zerzevanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst