Çemên Dêrsimê bûne cihê fêrbûna avjeniyê

13-08-2024
Ali Haydar Gozlu
Çemên Dêrsimê bûne cihê fêrbûna avjeniyê / Wêne: Rûdaw
Çemên Dêrsimê bûne cihê fêrbûna avjeniyê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Avjenî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê demsala havînê ji bo rê li ber xeniqînê bê girtin welatî zarokên xwe fêrî avjeniyê dikin.

Peravên çemê Munzur û Pilemûrê bûne plajên xwezayî, welatiyên Dêrsimê û geştyarên ji bajarên derdorê diçin avjeniyê dikin û zarokan jî fêrî avheniyê dikin.

"Ez ji Stenbolê hatime"

Geştyar Deniz Kirmizigul got:

“Ez ji Stenbolê hatime, ez her sal têm û li vir fêrî avjeniyê bûme. Ez naxwazim ti zarok bixeniqin û bila fêrî avjeniyê bibin.”

Niştecihê Dêrsimê Arîn Unal jî got:

“Sê sal in ez avjeniyê dikim. Ji bo zarok nexeniqin divê malbat wan fêrî avjeniyê bikin.”

Di van salên dawî û di vê demsalê de ji ber nezanîna avjeniyê bûyerên xeniqînê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde bûne.

Xelkê Dêrsimê dibêje bi vê kampanyayê li vî bajarî ew bûyer hema bêje nemane.

“Kesên tên vir û dikevin avê divê hişyartir bin”

Xelkê Dêrsimê Mehmet Varlî jî wiha got:

“Du çemên me hene, welatiyên me yên li vir dijîn avjeniyê dizanin lê yên ji derve hatine ji ber nizanin di nav metirsiyê de ne.

Kesên tên vir û dikevin avê divê hişyartir bin.”

Xwediyê Plaja Gola Rojê Alî Tîmurtaş amaje bi wê yekê kir ku li Dêrsimê bûyerên xeniqînê çênabin û got:

“Li vî warî çima bûyerên xeniqînê nînin ji ber ku malbat zarokên xwe fêrî avjeniyê dikin.

Li cihê me du kesên ku karê rizgarkirinê dikin hene.

Simîtên me hene û malbat jî bi zanebûn me hildibijêrin.”

Xelkê Dêrsimê ji 7 salî heta 70 salî her kes avjeniyê dizane.

Dema geştyar bi metirsiya xeniqînê re rûbirû bimînin jî kesên wan rizgar bikin zêde ne û metirsiya xeniqînê kêm dibe.

Tîmên rizgarkirinê her tim li ser kar in

Herwiha bi awayekî organîzekirî tîmên rizgarkirinê her tim li ser kar in.

Serokê Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê Mehmet Bîdav jî got:

“Li cem me ji ber zanîna avjeniyê bûyerên xeniqînê hema bêje nînin.

Du sedemên wê yekê hene. Yekem ji ber li her cihî çem hene, zarok dema tên dinyayê di temenekî biçûk de fêrî avjeniyê dibin û di çem de mezin dibin.

Em dikarin ji zarokên Dêrsimê re bibêjin zarokên avê.”

Îsal li Tirkiyeyê pileyên germê di asta rekorê de bûn, di nava 3 mehên despêkê yên wê salê de 216 kes di derya, gol, çem û qenalên avdaniyê de xeniqîn.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî her sal derdora 250 hezar kesî di nav avê de dixeniqin.

Nêzîkî 82 hezar ji wan zarokên temenê wan di bin 14 salî de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst