Li Rihayê qeza: 2 birîndar û 23 ajel jî jinavçûn

13-08-2022
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Riha Kerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêreg a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 2 kes birîndar bûn û 23 ajel jî jinavçûn.

Li gor zanyariyan derengê şeva derbasbûyî 12ê Tebaxa 2022an li ser rêya sereke ya Siwêreg -Semsûrê otomobîlekê li keriyekî pez da.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê û kesek din ê di  di otomobîlê de birîndar bûn û 23 mihên ajeldarekî jî jinavçûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Rêya ku ji ber bûyerê hatibû girtin, piştî rakirina termê ajelan ji bo çûn û hatinê hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst