Li Qamişlo Suryanî daxwaza aşkerekirina çarenivîsa Seîd Melkê dikin

13-08-2021
RÛDAW
Nîşan Rojava Qamişlo Suryanî Seîd Melkê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek bi helkefta 8mîn salvegera girtina Endamê Polîtboruya Yekîtiya Suryanî Seîd Melkê birêve çû, ku ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatiye girtin.

Xwepêşandan roja Pêncşemê demijmêr 9:30 xulekên sibehê, ji pêşiya navenda Komeleya Rewşenbîrî ya Suryanî li cadeya Wehdê destpê kir û heta pêşiya avahiya Netewên Yekgirtî li Qamişlo berdewam kir.

Di xwepêşandanê de ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Siberojê yên Suryanî ve hatibû rêkxistin, daxwaza eşkerekirina çarenivîsa Seîd Melkê hate kirin.

Êlîzabêt Gewriyê, Endama Serkirdayetiya Yekîtiya Suryanî ji Rûdawê re ragihand, wan daxwaz ji Netewên Yekgirtî û hemû rêxistinên navdewletî kiriye ku hewl bidin çarenivîsa Seîd Melkê û hemû girtiyên siyasî yên li Sûriyê eşkere bikin.

Êlîzabêt Gewriyê got, “Me îro sekneke nerazîbûnê heye ji aliyê ciwanên siberojê yên Siryanî ve, ev sekin ji bo piştevaniya Seîd Melkê ye ku ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve beriya 8 salan hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e. Naveroka kaxeza ku me pêşkêşî Netewên Yekgirtî kiriye, ew ciwanên siberojê yên Siryanî daxwazê ji UN û hemû rêxistinên mirovî dike ku destêwerdanê bike ji bo eşkerekirina çarenivîsa hemû girtiyên nerînê û di nav wan de jî birêz Seîd Melkê.”

Seîd Melkê, Endamê Polîtboruya Yekîtiya Suryanî, beriya 8 salan di 2013an de ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hat girtin û ji hingê ve heta niha ti zanyarî li ser çarenivîsa wî nayê zanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst