Elektrîk dê 15 rojan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê were qutkirin

13-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qutkirina Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîsîngeha Enerjiyê ya herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand, ji êvara 13ê Tîrmeha 2022an heta 15 rojan, bi sedema çaksaziyê di kargeha gazê ya Siwêdiyê ya li navçeya Rimêlanê dê elektrîk li ser hemû bajarên Cizîrê qut bibe.

Roja 13ê Tîrmeha 2022an, Nivîsîngeha Enerjiyê ya herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand, ji êvara 13ê Tîrmeha 2022an heta 15 rojan, bi sedema çaksaziyê di kargeha gazê ya Siwêdiyê ya li navçeya Rimêlanê dê elektrîk li ser hemû bajarên Cizîrê qut bibe.

Kargeha Siwêdiyê ya gazê, bi rêya hêlên 230 kîlo volt elektrîkê dide piraniya bajarên Cizîr a Rojavayê Kurdistanê, ev kargeh ji 5 torbînan pêk tê ku her torbînek 30 mega wat di demjimêrekê de berhem tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst