Li Amedê qeyûm navê Taxa Kitilbîlê guhert

13-06-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Sûr a Amedê Taxa Kitilbîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Surê ser bi parêzgeha Amêdê ya Bakurê Kurdistanê navê Taxa Kitilbîlê ji aliyê Şaredariya Surê ve ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin wek "Taxa Fetih" hat guhertin.

Li gor agahiyan navê Taxa Kitilbîl ser bi navçeya Surê bi biryara serokê encûmenê û du endaman bi hinceta "zehmet tê gotin" wek Taxa Fetih hatiye guhertin.

Encûmena Şaredariya Surê derbarê biryara guhertina navê taxê de dibêje: “Di encama gotûbêja encûmena şaredariya me de, ji ber navê Taxa Kitilbîlê zehmet tê gotin bi 3 dengên endamên ku beşdarî civînê bûne wek Taxa Fetih hatiye guhertin.”

Tê gotin ku ev biryara guhertina navê taxê ji aliyê Qeymeqamê Surê yê ku wek sekreterê giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ve hatiye erkdarkirin û qeyûm Abdullah Çiftçi ve hatiye dayîn.

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji ber Encûmena Şaredariyê hatiye hilweşandin qeyûm biryaran bi 2 karmendên ku di civîna encûmenê de hatine diyarkirin dide.

Şaredariya Amedê û hejmarek şaredariyên ku HDPê bidest xistibûn niha ji aliyê qeyûman tên birêvebirin û girtina kursên Zimanê Kurdî jî di nav de navên kolan û cihên giştî yên bi zimanê Kurdî, Suryanî yan Ermenkî bin diguherînin û  çalakiyên çandî jî asteng dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst