Li tabelaya Şaredariya Tetwanê Kurdî hat zêdekirin

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Tetwanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ku ket destê DEM Partiyê, dîsa Kurdî li tabeleya navê xwe zêde kir.

Di salên derbasbûyî de piştî ku qayûm li cihê şaredariyên HDPyê hatin danîn û li cihên şaredarî ji dest HDPyê derketin tabelayên Kurdî li ser şaredariyan hatibûn rakirin.

Yek ji wan cihan jî navçeya Tetwanê bû.

Piştî ku di sala 2019an de ket destê AK Partiyê Kurdî ji tabelaya şaredariyê hat rakirin.

DEM Partî piştî ku di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de bi ser ket, ew tabelaya Kurdî ya hatibû rakirin dîsa danî.

Bi biryara meclisa şaredariyê, li ser tabelayê nivîsa “Şaredariya Tetwanê” jî hat zêdekirin.

Piştî hilbijartinan, şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê jî Kurdî li malperên xwe xwe zêde kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst