Malbatên ji Rojavayê Kurdistanê bi biryara nedana vîzeyê ji hev qut dibin

30-04-2024
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Nedana Vîzeyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gelek malbatên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dijîn ji ber biryara nedana vîzeyê ji hev dûr dikevin.

4 Nîsanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku êdî vîzeyê nede welatiyên Sûriyeyê.

Li gorî wê biryarê, her kesê berî biryarê jî hatibe, nikare dema vîzeya xwe biguherîne û dive ji xaka Herêma Kurdistanê derkeve.

Parêzerek ji Rûdawê re ragihand ku niha ne tenê dayîna vîzeyê dayîna karta rûniştinê (îqame) û nûkirina karta rûniştinê jî hatiye rawestandin.

Nikare karta rûniştinê ji hevjîna xwe re derxe

Ew biryar, bûye sedem ku gelek pirsgirêk ji welatiyên Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê re derkevin.

Bandora nedana vîzeyê li zava û bûka yek mehî Elî Şêxmûs û Berayê jî bûye.

Elî Şêxmûs ji Rojavayê Kurdistanê ye, 17 Adara derbasbûyî ew û Bera zewicîne.

Elî Şêxmûs ji sala 2013an ve li Herêma Kurdistanê dijî.

Bera bi rêya balafirê hatiye Hewlêrê, ji ber biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Şêxmûs nikare karta rûniştinê ji hevjîna xwe re derxe divê hevjîna wî vegere Rojavayê Kurdistanê.

Elî Şêxmûs ji Rûdawê re got, “Min dest bi amadekirina belgeyên xwe kir.

Ji bo derxistina karta rûniştinê ya hevjîna xwe em diçin Rêveberiya Nîşîngehê me dişînîn Rêveberiya Asayîşê.

Rêveberiya Asayîşê jî me dişîne Rêveberiya Nîşîngehê.

Ez êdî nema zanim bê ka wê çawa çareser bibe.”

“Nûkirina karta rûniştinê jî rawestiyaye”

Parêzer Pêdar Bamernî jî li ser pirsgirêka nedayîna vîzeyê ji Rûdawê re wiha got:

“Her li gorî vê kompanyayê, metirsî heye ku ew kesên kesên karta rûniştinê ji wan re neyê derxistin an nûkirin, birevin deverên Îraqê û ew jî barê wan giran dike ku ceza dikeve ser wan.”

Ev mehek e ji bilî nedana vîzeyê, derxistin û nûkirina kartên rûniştinê yên biyaniyan jî rawestiyaye ku ji bilî zerera digihîne xelkê, nêzîkî 200 kompanyayên taybet bi derxistina karta rûniştinê jî karê wan rawestiyaye.

Beriya bi çend hefteyan jî çend malbatên ji Rojavayê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê hatibûn dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst