Mehdî Oztuzun: Neqediyaye, ev şer dê bidome

13-03-2024
Nîşan Mehdî Oztuzun DEM Partî Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Êlihê Mehdî Oztuzun got, “Neqediyaye, heta ku ev çerxa talanê birûxe ev şer dê bidome.”

Li maça Batman Petrolspor wêneyê Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Êlihê Mehdî Oztuzun û Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli hatibû girtin û ev wêne belav bûbû.

Piştî vî wêneyî gelek rexne li Oztuzun hatibûn girtin.

Mehdî Oztuzun piştî rexneyan vîdeoyek belav kir û got:

“Rêveberiya bajêr beriya ku mijarê ji min bipirse daxuyaniyê dide.

Min ew peyam di Xê de dît. Ez endamê vê partiyê me. Bêyî ku qet bi min re  biaxivin wan nivîsek weşand ku ez kirim hedef.”

Koordînasyona Saziyên Êlihê piştî van rexneyên Oztuzun got, “Ti pêwendiya Mehdî Oztuzun bi partî û saziyên me re nemaye.”

Oztuzun piştî vê biryarê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke din weşand û got, “Neqediyaye, heta ku ev çerxa talanê birûxe ev şer dê bidome.”

“Gelê me hekemê herî baş e”

Mehdî Oztuzun li jêra vê peyama xwe jî peyameke xwe ya pênc sal berê parve kir ku tê de hatibû gotin:

“Em xeyn ji berjewendiyên gelê xwe li tiştekî din nefikirîn, me hewl da em mirina zarokan rawestînin.

Me zanîbû dê berê tîrê xwe bidin me. Em bi kêrî siyaseta burjuvayê nehatin.

Me got, ‘Mebin dijminên hejaran, bi wan re şer mekin’. Sûcê me ev e. Ceza? Cezayê me li ser seran.

Yê ku me nas dike jixwe nas dike. Me hewl da em dar di kuna mozan rakin lê mixabin ji me nehat.

Dema zarokên hejaran dimirin heke hinek dewlemed dibin ev binketina me ye.

Em lêborînê dixwazin ji gelê xwe. Gelê me hekemê herî baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst