Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî p Balyoza Swêdê ya li Iraqê Jessica Svardstrom hevdîtinek pêk anîn û di wê hevdîtinê de rewşa asayîkirina Şingalê gotûbêj kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Adara 2023an pêşwazî li Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom û şanda pê re kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Mesûd Barzanî, herdu aliyan di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, astengiyên li pêşiya aramiya Iraqê û cîbicîkirina karnameya hikûmeta Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de gefên hizra tundrewî û mezhebî li ser paşeroja Iraq û navçeyê hatin nirxandin û tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa Şingalê hate kirin.
Her di wê hevdîtinê de Balyoza Swêd li Iraqê diyar kir ku welatê wan palpiştiya aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dike û da zanîn ku hejmareke zêdeyê revenda Kurd û Iraqî I Swêdê hene.
Jessica Svardstrom herwiha da zanîn ku ew dixwazin peywendiyên di navbera Swêd û Herêma Kurdistan û Iraqê di warên cûda cûda de bên pêşxistin.
Ji aliyê din ve Serok Barzanî jî spasî gel û Hikûmetên Swêdê kir ku herdem li rojên teng de deriyên xwe bi gelê Kurdistanê vekirine û palpiştê doza gelê Kurdistanê bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse