Huseyîn Çelîk: Dema îrade û xwestek hebe pirsgirêk çareser dibin

13-02-2025
RÛDAW
Huseyîn Çelîk bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Huseyîn Çelîk bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Husyîn Çelîk Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Huseyin Çelîk derbarê pirsgirêkên li Tirkiyeyê hene û doza Kurdan got, “Dema îrade û xwestek hebe pirsgirêk çareser dibin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî 3yê Sibatê dest pê kir.

Heta 17ê Sibatê dem heye ku malbat û xwendekar ji bo dersên Kurmancî û Kirmanckî yên polên 5-6-7 û 8an serî li dibistanan bidin.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku sala perwerdeyê ya borî 31 hezar û 199 xwendekaran Kurmancî û 3 hezar û 805 kesan jî Kirmanckî hilbijartiye.

Wezîrê Perwerdeyê yê berê yê Tirkiyeyê û yek ji damezirînerên AK Partiyê Huseyîn Çelîk beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser rojeva heyî û dersên Kurdî.

"Ez li malê bi dayîka xwe re bi Kurdî diaxivim"

Çelîk li ser pirsa "Birêz Çelîk, madem em dê li ser dersên bijarte yên Kurdî biaxivin, ez dixwazim bi we re hinekî bi Kurdî jî biaxivim. Kurdiya we dê têrê bike? Hûn bi dayîka xwe re bi Kurdî yan bi Tirkî diaxivin?" wiha got:

"Ez li malê bi dayîka xwe re bi Kurdî diaxivim lê mixabin dema ku mijar dibe zanistî û siyasî, Kurdiya min têrê nake. Ez ji vê yekê jî ne rehet im. Xwezî Kurdiya min jî wekî ya te ew qasî baş û pak bûya.

Wekî ku min got, Kurdiya min tenê têra axaftinên rojane dike. Ji ber vê yekê ez tercîh dikim ku tu pirsên xwe bi Kurdî bikî û ez jî bi Tirkî biaxivim.

Ez dikarim bi dayîka xwe re biaxivim lê wekî ku min got, Kurdiya min têra mijarên zanistî û siyasî nake."

"Mixabin dersa bijarte ya Kurdî têrê nake"

Huseyîn Çelîk di bersiva pirsa derbarê dersa nemecburî ya Kurdî de wiha got:

“Erka min a wekî Wezîrê Perwerdeyê 1ê Gulana 2009an bi dawî bû.

Ji dema ku Tirkiye derbasî jiyana siyasî ya pirpartî bû û heta niha, yê herî zêde wekî wezîrê perwerdeyê maye ez im. Wate ji 1946an heta niha.

Lê di serdema min de wekî ku hûn dizanin em bi gelek wesayetan re mijûl dibûn.

Ev mijar di serdema min de çênebû. Dersa Kurdî sala 2012an bi qanûnekê wekî dersa bijarte hat dayîn.

Di rastiyê de wekî dersa bijarte ya Kurdî qanûn derneket. Ew maf di bin navê 'Ziman û Zaravayên Zindî' de hat dayîn.

Derbarê dersên Kurmancî û Kirmanckî derfeteke wiha ya dersên bijarte hat dayîn lê mixabin rewşa ku em tê de ne, têrê nake û li pêşiya vê hin astengî hene.

Astenga yekem ew e ku rêvebirên me û teşkîlata me ya perwerdeyê hîn jî ev mijar baş qebûl nekiriye.

Astenga duyem jî ew e ku ji sala 2012an û pê ve HDPya îro bûye DEM Partî ev ders boykot kir.”

“Hejmara mamosteyan gelekî kêm e”

Dema ku em hejmara Kurdan ên ku îro li Tirkiyeyê dijîn û hejmara zarokên Kurd ên li dibistanan li ber çavan bigirin, xwendekarên in ku îro vê dersê dixwînin wekî ji deryayê dîlopek in.

Niha li Tirkiyeyê 27 hezar û 50 xwendekar dersa Kurmancî werdigirin.

3 hezar û 505 xwendekar jî dersa Kirmanckî werdigirin. Ji bo van hemûyan bi tevahî 108 mamoste dersê didin.

Hejmara mamosteyan jî bi rastî gelekî kêm e. Hejmara xwendekaran jî gelekî kêm e.

Lê zimanê mirovekî, zimanê dayîkê wekî şîrê dayîka wî ye. Her netewe û her ziman ayeteke Xwedê ne.

Madem Tirkiye îdia dike ku bi demokrasiyê tê birêvebirin û em îdia dikin ku em dewleteke hiqûqî ne, wê demê divê em pêwîstiyên dewleta hiqûqî û demokrasiyê bi cih bînin."

“AK Partî wê demê li ser desthilatê bû lê ne xwedî hêz bû”

Çelîk li ser pirsa “Çima dema tu wezîr bûyî qanûnek li ser perwerdeya bi Kurdî nehatiye derxistin?” wiha got:

"Hûn dibêjin ku wê demê AK Partî bi hêz bû lê di rastiyê de AK Partî wê demê li ser desthilatê bû lê ne xwedî hêz bû.

Ji ber ku wekî hûn dizanin, ez Wezîrê Perwerdeyê bûm. Ahmet Necdet Sezer Serokkomarê welêt bû.

Ahmet Necdet Sezer wekî erkekî li ser xwe didît ku astengiyan derxe pêşiya her karê me.

Wekî mînak, artêş bêîstisna li dijî her tiştî derdiket û destê xwe dixist nav her tiştî.

Dadgeha Destûrê li ser serê me wekî şûrê Damokles bû. Dadgeha Bilind di kemînê de bû ku karmendên min biavêje girtîgehê.

Şûreya Dewletê jî li benda derfetê bû ku hemû rêziknameyên ku me derxistibûn betal bike. Medya jî li dijî me bû.”

“Îro AK Partî bi rastî xurttir e”

Tevî ku em ji aliyê hejmarî ve hatibûn ser desthilatê û me hikûmet ava kiribû jî wê demê em ne xwedî desthilat bûn.

Lê belê îro AK Partî bi rastî xurttir e. Hêz ne bi hejmara kursiyan a parlamentoyê tê pîvan. Ew girêdayî wê yekê ye ka hûn dikarin çi û çawa bikin.

Hemû hêzên ku wê demê asteng bûn îro nînin. Mixabin îro jî hevpeymaniya AK Partî û MHPyê yek ji wan astengiyan e ku li pêşiya van mijar û mijarên wekî van.

Min berê jî ramanên xwe yên li ser vê mijarê anîne zimên.

“Li Stenbolê nebûna dersa Kurdî kêmasiyeke mezin e”

Çelîk wiha bersiv da pirsa "Gelo xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijêrin dê paşerojê rastî pirsgirêkan werin an na?":

"Ev yek bi rastî bi rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê ve girêdayî ye.

Di vê mijarê de dibe ku dê û bavan hinek dilgiranî hebin lê ez dixwazim ducare bibêjim, mesela li bajarekî mezin ê wekî Stenbolê hîn jî venebûna poleke baş a Kurdî bi ya min kêmasiyeke mezin e.

Mirov dikare dilgiraniyên dê û bavan fêm bike lê divê mirov ji ber rêzdariya xwe ya ji bo zimanê dayîka xwe hinek zehmetiyan bide ber xwe.

Yanî tenê ji ber ku zarokekî dersa Kurdî hilbijartiye, nabe ku paşeroja wî reş bibe û ew bikeve lîsteya reş.

Ez ne di wê baweriyê de me ku tiştekî wiha bibe û ez texmîn jî nakim."

“Divê malbat zarokên xwe jî teşwîq bikin”

Bi rastî jî eger hûn rêzê li xwe digirin, rêzê li cudahiya xwe digirin û rêzê li zimanê dayîka xwe digirin divê hûn zarokên xwe jî di vî warî de teşwîq bikin.

Bê guman bila zarokên we bi awayekî herî baş Tirkî fêr bibin lê bila zimanê xwe yê dayîkê jî fêr bibin. Ev mafê wan ê herî xwezayî ye.

Binêrin ez bi xwe Kurd im lê niha ez nikarim bi rehetî bi Kurdî bi we re biaxivim.

Lê eger berê derfetek wisa hebûya û min dersên Kurdî bidîta, îro ez rastî vê zehmetiyê nedibûm û min dikarî bi we re bi rehetî biaxiviya. Bi ya min divê di vê mijarê de hinekî cesaret hebe.

Ez careke din dixwazim bal bikişînim ser vê bêdiliyê.

Bandora boykota berê ya ji aliyê derdora DEM Partiyê ve heye.

Lê dibe ku sedema vê yekê bêdiliya rêvebirên dibistanan, neteşwîqkirina xwendekaran û carinan jî helwesta wan a dilsarker be.

Lê ez bawer nakim ku ev biryareke fermî be.

Eger hûn rêzê li xwe digirin, divê hûn li hemberî hinek rîskan jî amade bin lê ez bawer nakim ku rîskeke wisa hebe.

"Mijar bi rewşa siyasî ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye"

Berî çend rojan endamên komeleyeke ji Stenbolê ku ji bo vê armancê hatiye avakirin, bi ya min re pêwendî danî.

Wan xwest ku ez him li gel Birêvebiriya Perwerdeyê ya Stenbolê û him li gel Wezareta Perwerdeyê pêwendiyê deynim.

Wan da zanîn ku hin daxwazên wan hene. Heta ku wan xwest ji min xwest ku ez ji berpirsên bi bandor û rayedaran ji bo wan civan wergirim.

Min jî got ku ez dê bi kêfxweşî vê yekê bikim.

Ez dê vê mijarê him bi Wezîrê Perwerdeyê û him jî bi berpirsên bilind ên Wezareta Perwerdeyê re biaxivim.

Nexwestina dayîk û bavan helbet ne pirsgirêka herî girîng a Wezareta Perwerdeyê ye.

Ji ber ku wekî min berê got, ev mijar bi rewşa siyasî ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye.

Lê belê hêsankirina wergirtina vê dersê ji bo xwendekaran, amadekirina zemînê, amadekirina polan û tayînkirina mamosteyan di nav erkên Wezareta Perwerdeyê de ye.

Ez dê vê mijarê bi Wezîr re biaxivim.”

“Pirsgirêka Kurdan tenê ji PKK û Abdullah Ocalan pêk nayê”

Çelîk derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan jî wiha got:

"Ez jî wekî we dixwazim di vê mijarê de bi hêvî bim ji ber ku me heta niha gelek ezmûnên xerab dîtine.

Gotineke pêşiyan a Tirkî heye dibêje kesê ku dev û zimanê wî ji şîr şewitî be, pif dike mast û dixwe.

Ji ber ku devê me gelekî ji şîrî şewitiye, ez bi rastî di nava geşbîniyeke temkîndar de me.

Yanî ez di vê mijarê de nikarim zû kêfxweş bibim. Her wiha dixwazim vê jî bi eşkereyî bibêjim, pirsgirêka Kurdan ne tenê ji PKK û Abdullah Ocalan pêk tê.

Li Tirkiyeyê 20-25 milyon Kurd hene. Hemû ew kes ne kesên ku sempatî nîşanî Abdullah Ocalan, rêbaza wî, xeta wî û îdeolojiya wî didin in.

Jixwe tenê ji sêyan yekê Kurdên li Tirkiyeyê dengê xwe didin DEM Partiyê.

Lê ev gelekî girîng e, bidawîbûna vê terorê û rawestina xwînrijandinê gelekî girîng e.

Lê ez vê yekê fêhm nakim, li aliyekî Bahçelî dibêje bila Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûdê wergire û li parlamentoyê di nav koma DEM Partiyê de biaxive.

Li aliyê din şarader tên girtin û li şûna wan qeyûm tên danîn.

“Nakokiyên mezin hene”

Em bibêjin ku Ahmet Turk, ew Serokê Şaredariya Mêrdînê ye û hûn wî tînin li paytexta Tirkiyeyê û dihêlin ku ew bi rayedarên herî bilind ên Tirkiyeyê re ji bo çareseriya vê pirsê hevdîtinan bike.

Niha li vir nakokiyên mezin hene. Ji ber ku em van nakokiyên mezin dijîn, em nikarin gelekî geşbîn bin.

Ji ber vê yekê ez jî hêvî dikim ku li Tirkiyeyê ev xwîna ku diherike bisekine, mirov çekan deynin û di nav demokrasî û qanûnê de kî çi dixwaze çi bibêje bila bibêje.

Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê li holê ye. Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan li holê ye. Biratiya me ya bi hezaran salan li holê ye.

“Dema îrade û xwestek hebe pirsgirêk çareser dibin”

Bi rastî ev hemû ji bo me rêber in û nexşerê ne. Tenê bila ji bo çareseriya mijarekê îrade û xwesteka me hebe.

Dema îrade û xwestek hebe ev pirsgirêk çareser dibin. Ez hêvî dikim, wekî min got ez ne di nav geşbîniyeke mezin de me, ez di nav geşbîniyeke baldar de me."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst