Îro salvegera 96an a serhildana Şêx Seîdê Pîran e

13-02-2021
RÛDAW
Heta niha cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nayê zanîn
Heta niha cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nayê zanîn
Nîşan Şêx Seîd Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 96 sal di ser destpêkirina şoreşa Şêx Seîdê Pîran re ku li Bakurê Kurdistanê li dijî hikûmeta Kemalîstan serhildan da destpêkirin, derbas dibin, lê belê serhildana wî serkevtî nebû û Şêx Seîd û hevalên wî ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyê ve hatin bidarvekirin.

Îro salvegera 96an a serhildana Şêx Seîdê Pîran e. Beriya 96 salan li Amedê dest pê kir, Çewlik, Kanîreş, Pîran, Licê, Xarpêt û hinek navçeyên Erzirom û Gimgimê bi tevahî 14 bajar û navçe dane ber xwe.

Artêşa Tirkiyê bi alîkariya Sovyeta Sosyalîst û her wiha xiyaneta navxweyî ya Kurdan, ew serhildan têkşikand. Şêx Seîd û hevalên wî li Gimgima Mûşê, li ser Pira Evdirehman Paşa hatin girtin. Ew birin Amedê û li Dadgeha Şark Îstiklalê darizandin. Piştre jî Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên wî li Qada Deriyê Çiyê li sêdarê dan. Heta niha cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nayê zanîn. 

Di serî de malbata Şêx Seîd, bi awayekê giştî Kurd û rêxistin û saziyên Kurdî ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî aşkere aşkera bike.

Bi armanca danasîna kesayet û serhildana Şêx Seîd û diyarkirina cihê gora wî û hevalên wî, sala 2014an li Amedê Komeleya Şêx Seîd hate avakirin. Komeleyê heta niha serî li wezaretên pêwendîdar daye lê tu bersiveke erênî di derbarê cihê gora Şêx Seîd de wernegirtiye.

Em dixwazin bi vê boneyê balê bikşînin ser hinek taybetmendiyên Şêx Seîdê Pîranî:  Şêx Seîd di medreseya xwe de li ser Melayê Cizîrî û Arîstoteles jî dersên felsefe û wêjeyê didan. Rojname û kovarên ku ji Stenbolê derdiketin li medreseyê dixwend û şîrove dikir.  Ew li Bakurê Kurdistanê yek ji bazirganên mezin bû.Ji bilî Kurmancî û Zazakî bi zimanên Erebî, Tirkî û Farisî jî dixwend û dinivîsand. Di dema komkujiya Ermeniyan de 2 fetwa derxistin û bi 2 fetweyan Komkujiya Ermeniyan weke zilmeke mezin binav kir û malbatên Ermenî parastin.  Alîkarê wî yê herî nêzîk Çerkez efendî Elewî bû û tu cudahî nedixist nava Elewî û Sunneyan. Ji ber ku şîrê hevjîna wî têrê nedikir kurê xwe Şêx Ehmed bi şîrê dayikeke Elewî mezin kir.  Beriya serhildanê Mele Mistefa Barzanî çûye Erziromê û bi Şêx Seîd re rûniştiye û tevli civînê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst