Mezlûm Ebdî: Em hêzeke Sûriyeyî ne û alaya serxwebûnê bilind dikin

12-12-2024
RÛDAW
Nîşan Alaya nû ya Suriyeyê Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan berê jî alaya nû ya Sûriyeyê bilind kiriye û got, “Em hêzeke Sûriyeyî ne û me li ser vê bingehê biryar daye.”

Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweser ragihand ku wan alaya nû ya Suriyeyê qebûl kiriye û ew dê li ser saziyên xwe bilind bikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser biryara qebûlkirin û bilindkirina alaya nû ya Sûriyeyê anî ziman:

“Bilindkirina alaya serxwebûna Sûriyeyê ji bo me ne tiştekî nû ye.

Me berê jî di kongreya YPGyê de ew alaya bilind kiribû.

Niha piraniya hêzên di nava HSDyê de wê alayê bilind dikin.”

Mezlûm Ebdî her wiha anî ziman:

“Dema şerê navxwe yê Sûriyeyê, welat bû du beş, beşekî alaya Beasê û beşekê jî alaya serxwebûna Sûriyeyê bilind dikir.

Me nexwest em bibin beşek ji nakokî û şerê navxwe yê di navbera koman de û me alaya taybet a xwe bilind kir lê niha rewş hatiye guhertin û gelê Sûriyeyê bi giştî li ser alayekê ku ala serxwebûnê ye, razî ye.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî da zanîn:

“Alaya serxwebûna Sûriyeyê ji bo me guncav e ji ber ku alaya serxwebûnê ne alaya Komara Erebî ya Sûriyeyê ye, alaya Komara Sûriyeyê ye û hemû civakan di nav xwe de dihewîne.”

Ebdî her wiha destnîşan kir ku bilindkirina “alaya serxwebûnê biryareke rast e ji ber ku em hêzeke Sûriyê ne û me li ser wê bingehê biryar daye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst