Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rîspî û mezinên eşîrên Kurdan re civiya.
HSDyê ragihand ku Mezlûm Ebdî bi gelek nûnerên Kurd re hevdîtinek kiriye bi wan re mijarên siyasî, leşkerî û xizmetguzariyê gotûbêj kirine.
Li gorî daxuyaniyê, Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn û rihspî û mezinên eşîrên Kurd û rewşenbîrên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî civînê bûne.
Hat zanîn ku nûnerên Kobanî, Şehba, Heleb, Amûdê, Hesekê, Sirrîn û Dirbêsiyê di civînê de cihê xwe girtiye.
Di wê hevdîtinê de mijarên girêdayî rewşa giştî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin û bi taybetî jî li ser mijarên siyasî, leşkerî, civakî û xizmetguzariyê gotûbêj hatin kirin.
Dîsa “xurtkirina aştiya civakî û hevgirtina niştimanî” mijareke girîng a hevdîtinê bû.
Li hêla din, nûnerên amadebûyî daxwaza firehkirina efûya giştî kir û wan piştgiriya xwe ya ji bo diyaloga Kurdî – Kurdî anî zimên.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse