Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Armanca serdana me ya Hewlêrê destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê ye

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Wezareta Petrolê ya Îraqê Herêma Kurdistanê Hinardekirina Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand, serdana şandeya wan a Herêma Kurdistanê ji bo bidawîanîna hevdîtinên Bexdayê yên ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ye.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî tevî şandeyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li ser destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê hat Hewlêrê.

Hat diyarkirin ku şandeya Îraqî dê 2-3 rojan li Herêma Kurdistanê bimîne.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî di serdana xwe ya Hewlêrê kongreyeke rojnamegeriyê li dar xist.

“Kurdistan rojane nêzîkî 400 hezar bermîlî dikare hinarde bike”

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî got:

“Îro em li parêzgeha xwe ne, parêzgeha Hewlêrê. Wekî Wezîrê Petrolê ez bi şandeyeke pilebilind re hatim ku ji du nûnerên sereke yên wezaretê û hejmarek rêveberên giştî yên ofîsên giring û sereke yên Wezareta Petrolê pêk tê.

Armanca serdanê ew e ku em nêrînên li ser destpêkirina hilberîn û hinardekirina petrola xav nêzîkî hev bikin.

Wek tê zanîn di yasaya budçeya Îraqê de rêjeya ku divê petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike hatiye diyarkirin ku rojane nêzîkî 400 hezar bermîl e.”

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî di berdewama axaftina xwe de anî ziman:

“Em îro ji bo ku bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî re bicivin li vir in. Armanca civînê çareserkirina pirsgirêkên ku berhemanîn û hinartina petrolê hêsan dikin e.

Hinartina petrolê ji bo dewleta Îraqê gelekî girîng e ji ber ku çavkaniyên dewleta Îraqê bi giranî girêdayî hinartina petrolê ye û pereyê ku ji hinardekirina petrolê tê bidestxistin ji bo dabînkirina budçeya Îraqê tê bikaranîn.”

“Qonaxa yekem dê destpêkirina berhemanîna petrolê be”

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî herwiha anî ziman:

“Qonaxa yekem dê destpêkirina berhemanîna petrolê be. Gava yekem ew e ku em bi kompanya û Herêma Kurdistanê re li ser destpêkirina berhemanînê û lihevkirina girêbestên heyî ji bo pabendbûna bi yasaya budçe û destûra Îraqê li hev bikin.

Em hêvîdar in di van 2-3 rojan de em bigihêjin rêkeftinekê. Di qonaxa duyem de jî rêkeftina me bi rayedarên Tirkiyeyê re heye ku petrolê bi rêya boriya Îraq û Tirkiyeyê hinarde bikin.”

Di warê enerjiyê de di navbera Hewlêr û Bexdayê de çend pirsgirêkên cuda yên wek mûçe, cureyên girêbestan, projeyasaya petrol û gazê hene.

Beşek ji wan pirsgirêkan ji ber nebûna yasayeke ji bo rêxistina sektora petrol û gazê ji sala 2007an ve hene û nehatine çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst