Kuştina Narîn Guranê rojeva desthilat û mixalefetê ye: ‘Çima dixwazin delîlan veşêrin?’

12-09-2024
RÛDAW
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan/Wêne: DEM Partî
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan/Wêne: DEM Partî
Nîşan Narîn Guran DEM Partî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kuştina Narîn Gurana 8 salî rojeva sereke ya desthilat û mixalefeta Tirkiyeyê ye.

Sê wezîrên Tirkiyeyê doh çûn ser gora Narîn Guranê ya li gundê Çilûyê yê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê.

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya û Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaşê dia kirin û destegulek danî ser gora Narînê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got:

“Bêguman dê ji wan kesan hesab were pirsîn ku bûne sedema kuştina canê bê guneh.

Ji ber tawana hovane dê cezaya herî giran bistînin.

Bila gumana kesekî ji vê yekê nebe.”

Her wiha Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz jî îro di bernameyekê de ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî taybet dosyayê dişopîne.

“Lêkolîn û lêpirsînên îdarî û dadî berdewam in”

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz jî anî ziman:

“Wekî hûn dizanin bi awayekî cidî gelek kes hatin desteserkirin.

Niha jî hemû lêkolîn û lêpirsînên îdarî û dadî berdewam in.

Saziyên me yên pêwendîdar dê ji bo eşkerekirina tawanbaran û bi awayekî herî giran cezakirina wan tiştên pêwîst bikin.”

Ji roja 21ê Tebaxa 2024an ve Narîn Guran li gundê Çilûyê yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû.

Roja 8ê Îlona 2024an li gundê Çilûyê termê wê di nav telîsekî de li nav çemê li kêleka gund hat dîtin.

Berpirsên hikûmetê her wiha ragihand ku pêvajoya darizandinê gelekî baş bi rê ve diçe lê partiyên mixalefetê behsa nezelalî û veşartina hinek tiştan dikin.

“Em vê mijarê dişopînin”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê da zanîn:

“Kuştina Narînê ne tawana kuştineke asayî ye.

Li Tirkiyeyê zarok nikarin zaroktiya xwe bijîn, mafên wan nayên parastin, rûbirûyê tundûtûjî û destdirêjiyê dibin.

Em vê mijarê dişopînin û em wekî partiyeke siyasî li dijî vê yekê têdikoşin.

Divê em bipirsin û lêpirsînê bikin, çima dixwazin delîlan veşêrin?

Ne cara yekem e ku di dema bûyerê de qedexeya weşanê tê ragihandin.

Ev welat fêrî vê rewşê bûye.”

Di dosyaya kuştina Narîn Guranê de 22 kes tên darizandin.

Nevzat Bahtiyarê ku li xwe mikur hat, termê Narînê ji apê wê wergirtiya û veşartiye diyar kir, ji ber ku bi pêwendiya di navbera apê xwe Salim Guran û dayika xwe de hisiyaye hatiye kuştin.

Lêpirsîn û wergirtina îfadeyên gumanbaran berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst