Li Hewlêrê otobuseke geştyarî şewitî

12-07-2019
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Otobus Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Otobuseke geştyariyê li bajarokê Basirme yê ser bi Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şewitî. Efserekî Berevaniya Şaristanî dibêje ku otobusê ji Bexdayê geştyar anîbûn û zirar negihiştiye canê ti kesî.

 

Efserê Berevaniya Şaristanî ya Basirme Şêrwan Şemzîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku nêzîkî saetek berê, li ser rêya Hamilton a li sînorê bajarokê Basirme otobuseke geştyariyê ku ji Bexdayê geştyar anîbûn, bi temamî şewitî.

 

Şêrwan Şemzîn behsa wê yekê kir ku di nava otobusê de 48 kes hebûn, lê zirar negihiştiye ti kesekî.

 

Şemzîn amaje bi wê yekê kir ku li gor lêkolînên destpêkê, agir ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya li nav otobusê derketiye.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst