Li Hewlêrê di depoya sotemeniyê de agir derket

12-06-2024
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Agir Kargeha Sotemeniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Hewlêr-Giwêrê agir bi kargeha belavkirina sotemeniyê û depoya qîrê ket.

Şewat berdewam dike û gelek wesayitên agirvemirandinê çûn cihê şewatê.

Demjimêr 20:30î li ser rêya Hewlêr-Giwêrê, li qada ku kargeha belavkirina sotemeniyê û depoya qîrê lê ne şewat derket û heta niha sedema şewatê nehatiye diyarkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Horvan Refet ragihand, 10 wesayîtên agirvemirandinê û tîmên parastinê yên sivîl midexaleyî agir dikin.

Horvan Refet da zanîn ku ji ber agir dûkeleke zêde li asîmanan belav bûye.

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku tîmên agirvemirandinê hewl didin ku nehêlin agir derbasî cihên belavkirina mazotê û depoyên din ên qîrê bibe.

Bi gotina Horvan Refet îhtîmal e di dema ku sotemenî ji tankeran dihat valakirin de agir derketibe.

Şahidekî ku li dempoyekê dixebite ji Rûdawê re got, "Em li hundir rûniştibûn, ji nişka ve dengê teqîneke gelekî xurt hat, dema em derketin derve, me dît ku kargeha li pişt me şewitî."

Li gorî şahidan, dema şewat derket gelek tanker ji bo barkirina mazotê li herêmê bûn.

Ajokar ji bo ku canê xwe rizgar bikin neçar man tankerên xwe yên sotemeniyê biterikînin.

Kargeh û depo dûrî cihên niştecihbûnê ne lê ji ber ku li herêmê gelek kargeh û depo hene ji ber wê jî metirsî berdewam dike.

Di bûyerê de ti ziyaneke canî çênebû, parastina sivîl a Hewlêrê derbarê sedema şewatê ti agahî nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst