Cezayê bidarvekirinê li kujerê du mamosteyên zanîngehê hat birîn

22-06-2023
Nîşan Hewlêr Dadgeh Zanîngeha Selahadînê Dr. Îdrîs Izet Hemexan Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Cezayên Giran a Hewlêrê cezayê bidarvekirinê li E.M.Q. birî ku di Hezîrana 2022an de Dekanê Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedînê Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî û Mamostayê Koleja Endazyarî ya Zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Izet Hemexan kuştibûn.

Di 22yê Hezîrana 2022yan de, ciwanê bi navê E.M.Q. li Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selaheddîn a Hewlêrê teqe li dekanê wê kolêja Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî kiribû û ew kuştibû û piştre jî çûbû li mala Mamostayê Koleja Endazyarî ya zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Izet Hemexan û ew jî kuştibû.

Di doza ku îro li Dadgeha Cezayê Giran a Hewlêrê hat dîtin de biryar hat dayîn.

Parêzêrê hevjînên herdu qurbaniyan Birzo Seîd ji Rûdawê re got: “Îro rûniştina doza Dekanê Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedînê Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî û Mamostayê Koleja Endazyarî ya zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Izet Hemexan birêve çû û têde biryara du caran bidarvekirinê derbarê kujer de hat dayîn.”

Parêzer Birzo Seîd herwiha got: “Biryara cîbicîkirina bidarvekirinê li ser îmzeya Serokê Herêma Kurdistanê dimîne.”

Xwendekarekî Zanîngeha Soranê 22yê Hezîrana 2022yan teqe li Dekanê kolêja Yasayê ya zanîngeha Selaheddîn Dr. Kawa Îsmaîl kir û ew birîndar bû, her wiha pasevanekî kolêjê jî birîndar kir. Dekanê kolêjî ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, lê tevî hemû hewldanan canê xwe ji dest dabû.

Heman xwendekar piştre jî çûbû li mala Mamostayê Koleja Endazyarî ya zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Izet Hemexan û ew jî kuştibû.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw derbarê sedema teqekirinê de jî gotibû ku ew xwendekarê Zanîngeha Soran bûye, daxwaza veguhestinê bo Hewlêrê kiriye û daxwaza wî nehatiye cîbicîkirin, lewra tê Hewlêrê, li nav ofîsa wî de teqeyê li Dekanê Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedîn Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst