Li Amedê qeza: 7 kes birîndar bûn

20-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 7 kes birîndar bûn.

Qeza îro êvarê li ser rêya sereke ya Amed-Rihayê çêbû.

Li gorî zanyariyan, mînîbusek û otomobîlek li ser rêya sereke ya di navbera Amed û Rihayê de li hev qelibîn.

Di qezayê de 7 kesên di mînîbûsê de birînbdar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin çend nexweşxaneyên Amedê.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst